Rojên Edebiyata Kurdî li Dihokê tê sazkirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekitiya Nivîserên Kurd tayê Dihokê Hesen Silîvanî diyar kir ku ew dê digel Melbenda Giştî ya Yektiya Nivîskarên Kurd dê dîdareke edebî ya bi navê Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakûr-Rojava li bajarê Dihokê li dar bixin. Dîdar dê 3 rojan bidome.

Yekitiya Nivîserên Kurd tayê Dihokê bi hevkariya Melbenda Giştî ya Yektiya Nivîskarên Kurd û bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîdareke edebî bo nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Rojava û Bakûrê Kurdistanê li dar dixin.

Serokê Yekitiya Nivîserên Kurd yê Dihokê Hesen Silîvanî derheqê dîdarê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dîdara han dê di bin navê Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakûr-Rojava tê sazkirin.

Hesen Silîvanî da zanîn, dîdar dê ji roja 7ê Mijdarê dest pê bike û roja 9ê mijdarê bidawî bibe.

Li gorî agahiyên Silîvanî, di dîdara edebî de dê ji Başûr 40 nivîskar û helbestvan, ji Rojava 26 û ji Bakûr jî 30 nivîskar û helbestvan beşdar bibin û 3 rojan li ser helbest û edebiyata kurdî semînar û panêlan pêşkêş bikin.

Serokê Yekitiya Nivîserên Kurd ê Dihokê li ser bernameya dîdarê jî agahî da û ragihand, di dîdara edebî de nivîskarên mîna Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Qedrî Yildirim bi mijara “Bikaranîna Zimanê Kurdî di Tîpan de”, Xalid Cemîl (Rojava) bi mijara “Bîrokeya Xudayetiyê di Helbestên Cizîrî de”, Çiya Mazî bi mijara “Çîroka Kurdî li Bakûr” û gellek nivîskar û helbestvanên din beşdar dibin.

Hesen Silîvanî eşkere kir ku ti nivîskar û helbestvanek kurd ji Ewropayê beşdarî dîdarê nabin.