Dusseldorf (Rûdaw) - Bako Soranî bi salan e li Holendayê dijî û medyaya Holendayê bi rêzdarî qala karên hunerî yên wî û hevalên wî dike.
Bako Soranî şanokarek e ku bi karên bilind li ser sehneya şanoya Holendî disekine û jê re li çepikan tê xistin.
Şanokar Bako Soranî mêvanê Diyasporayê bû û ragihand ku ew sala 1984an çûye Holendayê û got:
"Dema ez pêşî hatim Ewropayê, ez li şanoyê fikirîm. Piştî ku ez mezin bûm, xewna min mezintir bû. Êdî min xwe di nav cîhana şanoyê de dît."
“Şano zimanê hestê ye”
Bako Soranî dibêje, "Şano zimanê livê, pêgihîştin û hestê ye. Şanoyê em li gel Kurdên li Ewropayê civandine.”
Bako Soranî li ser berhemên xwe yên şanoyê wiha got:
"Berhema min a ewil bi navê (Vêga û herdem baran dibare) bû. Me 35 karên mezin û biçûk ên şanoyê çêkirine."
“30 gelên cihê beşdarî şanoya Bêsînor bûne”
Soranî dide zanîn ku Kurd xwediyên çîrokên pir bedew ên şanoyê ne.
Şanoya Bêsînor yek ji şanoyên serkeftî yên Soranî ye.
Ew di vî warî de dibêje:
"30 gelên cihê beşdarî şanoya Bêsînor bûne û serkeftineke mezin bi dest xistiye û ez hertim pê serbilind im."
“Em herdem çanda Kurdî di karên xwe de nîşan didin”
Bako Soranî got, "Em herdem çanda Kurdî di karên xwe de nîşan didin. Em zimanê Kurdî tev li piraniya karên xwe yên şanoyê dikin û karên me pirçandî ne."
Bako Soranî eşkere dike ku Holendî pir girîngiyê didin şanoyê û got, "Her roj 50 şano li Holendayê têne pêşkêşkirin."
Bako Soranî diyar kir ku karê wan ê dawî bi navê şanoya Xelatê ye û şano dabaşa çandeke nû ya bihevrejiyanê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse