Xêzeromana ‘Selaheddîn Avakarê Dîrokê’ derket

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê xêzeromana “Selaheddên Avakarê Dîrokê” çap kir.

Xêzeroman ji aliyê nivîskarên wekî Mathieu Mariolle, Meli Roberto, Julien Loiseau hatiye nivîsîn û zimannas û wergê Ergîn Opengîn xezeroman ji Fransê tercûmeyî Kurdî kiriye.

Li ser berga xêzeromanê wiha hatiye wiha hatiye nivîsîn:

"Selaheddîn şexsiyetekî efsanewî ye di dîroka Îslamê de ku efsaneya xwe jî wî bi xwe hêj di saxiya xwe de ava kiriye.

Wekî fermandarekî Kurd û Musulman û xwediyê şarezayiyeke kûr li ser meydana şer, wî jiyana xwe li pey du armancan derbas kir: yekkirina cîhana Îslamê li Rojhilata Navîn di bin desthilata xwe de da ku şerê li dijî Frengan çêtir bi rê ve bibe û derxistina wan ji deverên ku wan li herêmên Sûrî-Filistînê girtibûn.

Şerê Hittînê yê sala 1187an mohr li vê xewn û nexşeya Selaheddîn xist û rê vekir ku Qudsê, nêzîkî sedsalek piştî girtina wê ji aliyê Selîbiyan ve, jinûve feth bike."