AMED - Dîzaynerên modayê berhemên xwe li Koşka Cemîl Paşayê nîşan didin

05-10-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Amed Moda Koşka Cemîl Paşa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Kursa Teknolojiyê ya Dîzayneriya Modayê li Koşka Cemîl Paşayê ya parêzgeha Amedê berhemên xwe nîşan didin.

Keçên ciwan li vê derê fêrî teknoljiya dîzayneriya modayê dibin û berhemên xwe li Koşka Cemîl Paşayê nîşan didin.

“Bi qasî pêşkêşkirina 12 defîleyan cilûbergên me hene”

Mamoste Bîrsel Alevê li ser karê xwe got:

“Berhemên ku em amade bikin berê tên xêzkirin û dîzayna wan tê kirin.

Piştre em qalibên xwe ji bo cilûbergan amade dikin. Em van qaliban hem wekî teorî û hem jî di pratîkê de nîşan didin.

Ev cilûberg tên birîn û dirûn, niha bi qasî pêşkêşkirina 12 defîleyan cilûbergên me hene.”

Her yekê bi armanca xeyalekê dest bi kursê kiriye û dixwazin bigihin armancên xwe.

Ew ji fêrbûna teknoljiya dîzayneriyê kêfxweş û bextewer in.

60 jinan belgeya fêrbûnê wergirtiye

Xwendekar Esra Gul Arikanê li ser pêşangehê anî ziman:

“Ez ji dirûnê pir hez dikim. Min di dema dirûnê de dît ku qalib gelekî girîng e û ji ber wê min dest bi kursa modelîstiyê kir.

Pêwendiya me û mamosteyên me pir baş e. Em ji ezmûna wan sûdê werdigirin.”

Armanca yekem a Kursa Teknolojiyê ya Dîzayneriya Modayê ya ku li Amedê hatiye vekirin, ji bo kargehên cilûbergan perwerdekirina modelîstan e.

Di du salan de 60 jinên ku beşdarî kursan bûne belgeya fêrbûnê wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst