Li Bazîdê bernameya 'Dengbêjên Serhedê' hat sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, bernameya “Dengbêjên Serhedê” hat sazkirin.

Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Agiriyê, di çarçoveya “Çalakiyên Keştiya Nûh ên Sala 2023yan ên Parêzgariya Agiriyê” de li navçeya Bazîdê bernameya “Dengbêjên Serhedê” saz kir.

Di bernameyê de dengbêjên ji Agiriyê ji guhdaran re kilam gotin.

Şaredara Bazîdê Yildiz Acar, Qeymeqamê Bazîdê Murat Ekinci, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bazîdê Cemal Can û Rêveberê Saziya Çand û Geştyariyê ya Agiriyê Erkan Kosedag û welatî beşdarî bernameyê bûn.