Kovara Temaşeyê bi berga fîlma ‘Cîran’ derket

05-09-2023
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Kovara Temaşe Sînemaya Kurdî Cîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Temaşeyê ku taybet bi sînemayê ye, li ser malpera xwe ya fermî hat weşandin.

Hejmara heştan a Kovara Temaşeyê bi awayekî PDFyê hat weşandin.

Kovar her 3 meh carekê bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Zazakî û Soranî tê weşandin û digihije ber destê xwîneran. 

Ev hejmara heştan jî bi bergê fîlma Mano Xelîl a bi navê “Cîran” gihîşt li ber destê xwînerên xwe.

Kovara Temaşeyê ne tenê li ser sînemaya Kurdî, di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê.

Di vê hejmarê de jî dîsa çend nivîsên cuda li ser sînemaya cîhanê û sînemaya Kurdî hene.

Naveroka hejmara heştan a Kovara Temaşeyê:

Aynur Çileyê bi serenavê “Nêrîneke Sêyemîn li Ser Têkîlîyekê” li ser fîlma “The Touch”ê nivîsa xwe nivisî.

Ayşe Saltikalpê li ser fîlmên û sînemaya Abbas Kiyarustemî rexne û analîzên xwe rêz kiriye.

Canan Yalçinê li ser fîlma “Mamosteya Piyanoyê” bi serenavê “Lêkolîneke Psîkoanalîtîk li ser Zordarî û Kontrola Zayendî” nivîseke bal kêş bo xwînêrên temaşeyê amade kiriye.

Nûser Hozan li ser derhênerê efsaneyî yê Kurd Yilmaz Güneyî nivîseke nû û analîtîk nivisiye.

Mehmûd Beyto jî dest bi zîncîre ya nivîsên xwe yên bi serenavê “Mînîmalîzm û Sînema” kir. Li gorî wî ev mijar dê ji 3 nivîsan pêk were.

Civaknas Sebahattîn Şen li ser fîlma Lutfî Îrdem “Pîrebok” fikr û ramanên xwe nivîsiye.

Fatih Duman jî li ser fîlma “Dengê Bavê Min” bi serenavê “Filma Dengê Bavê Min Yan jî Kerba Me ya Em li Ber Bayê Wê Dikevin” analîzên xwe nivîsiye.

Murad Bedirhan Sadak bi navê “Li Gorî Dahûrana Semîyolojiyê ya Christian Metz Mekan di Kurtefîlma Azad de II” nivîsa xwe ya hejmara bere domandîye.

Welat Ramînazad jî berê xwe daye fîlma Mano Xelîl ya bi navê “Cîran”.

 Omer Jaro jî weka her tim fîlmên nû yên bijarte bo xwînerên Temaşeyê amade kiriye.

Di Zazakî de jî Mutlu Can li ser Robert Bresson û awaya wî ya xudayî bi serenavê Avangardê Sînemaya Mînîmalîste û Ronayoxê Sînemayêka Orîjînale nivîsa xwe nivisî.

Nivîsa Welat jî bi serenavê Fîlma Mal Mo E: Krîzê Ontolojîkî yo Xomendiş û Seyînanbîyayîş Kolonyalîzm de hatiye weşandin.

Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.

Ji bo hejmara heştan a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst