Derhênera Kurd: Sînema qadeke girîng e bo em dengê xwe bigihînin cîhanê

05-08-2019
Zinar Şîno
Viyan Tubal: Armanca min pêşxistina sînemaya Kurdî ye
Viyan Tubal: Armanca min pêşxistina sînemaya Kurdî ye
Nîşan Vıyan Tubal sînema festîval Kurd Kurdistan
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Derhênereke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, ji bo ku Kurd dengê xwe bigihînin cîhanê sînema qadeke girîng e.

 

Li Berlîna paytexta Almanyayê  9.Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe ku mijara sereke ya vê festîvalê, ‘Di Sînemaya Kurdî de Rola Jinê’ ye. Hejmareke derhênerên Kurd û biyanî beşdarî vê festîvalê bûne û yek ji wan derhêneran jî Viyan Tubal e ku ji Efrînê ye. Tubal, derbarê jiyan, xwendin, projeyên xwe yên pêşerojê, rewşa sînemaya Kurdî û herwiha festîvala fîlmên Kurdî ya li Berlînê birêve diçe de, ji Rûdawê re axivî.

 

‘Ji bo ku Kurd dengê xwe bigihînin cîhanê’


Derhenêra Kurd Viyan Tubal ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li welatê Bulgariyayê li ser sînemayê xwendina xwe pêk aniye û derbarê sedema vê yekê de jî dibêje wê ji ber rewşa Kurdan a giştî bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê berê xwe daye qada sînemayê.

 

Derhênera Kurd Viyan Tubal radigihîne ku li Bulgaryayê zêdetir xebat û fîlmên wê li ser civaka wî welatî bûne û destnîşan dike ku derfeta wê nebû ku derbarê Kurdistanê de projeyan amade bike. Herwiha Tubal diyar dike ku projeyên wê êdî ber bi Kurdistanê ve diçin û ew dê li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê projeyan saz bike.

 

Viyan Tubal derbarê festîvalê de jî dibêje, “Festîvalên li derve çêdibin, taybetî jî festîvala Berlînê ji bo me Kurdan girîng in bo ku em hevdu nas bikin, têkiliyan bi hev re pêk bên. Filîmên hatine nîşandan gelek baş in. Girîngiyeke vê festîvalê jî ew e ku fokus li ser têkoşîna jinê, berxwedana jinê ye ku niha li Rojava gelekî binavûdeng e.”

 

“Armanca me pêşdebirina sînemaya Kurdî ye”


Derhêner Tubal derbarê xebatên bo pêşerojê de jî dibêje, armanca wan ew e sînemaya Kurdî pêş bixin û diyar dike çi be jî ya girîng e ew tiştekî ji bo Kurdan çêbikin.

 

Viyan Tubal ku ew bi xwe jî ji Efrînê ye, derbarê xebateke taybet li ser rewşa bajarê xwe dibêje, ev erka Kurdan bi giştî û taybet jî erka wê ye. Tubal dibêje ew bi hêvî ye ku di pêşerojê de dê projeyekê li ser Efrînê jî amade bike.

 

Tubal dibêje ew taybet dixwaze filîmên dokumenterî û filîmên dirêj çêbike û vê yekê jî weke pêdiviyekê bi nav dike.

 

Tubal li ser mijarên filîmên dokumenterî jî dibêje têkoşîna jinê gelek girîn e û diyar dike heta niha wêrekî û têkoşîna jinê bi awayekî ku hêjayî wê ye nehatiye nîşandan.

 

“Di heyamên pêşerojê de ez dê bêm bo Kurdistanê”


Tubal beşdariya xwe ya bo 9.Festîvala Fîlmên Kurdî li Berlînê gelek girîng dibîne û derbarê egera hatina xwe bo Kurdistanê jî weke pêwîstiyekê dizane û dibêje divê mirov di cih de bûyeran bibîne.

 

Di wê festîvala ku dê bo maweyê heftiyekê (1-7ê Tebaxê) berdewam bike, 40 fîlmên metrajên kurt û dirêj dê bên nîşandan. Fîlmê Commander Arian (Fermandar Arîan) ê derhêner Alba Storra, fîlmê Dîstan ê ku derhêneriya wî Leyla Toprak dike û fîlmê Zagros ê derhêner Sahim Omar Khalifa di nav wan fîlmên dê bên nimayîşkirin de ne.

 

Hemû film li holên sînemayê yên Babylon Mitte, Moviemento û Ulme 35ê tên nîşandan.

 

Di festîvalê de jibilî fîlmên derhênerên Kurd, fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê û herwiha fîlmên Kurdî-Almanî yên zarokan jî dê cih digirin.

 

Di çarçova festîvalê de semîner û civînên li ser sînemayê jî tên sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst