Li Stenbolê strana Kurdî ya “Xoşe Hewraman” bû yekem

05-07-2022
RÛDAW
Li Stenbolê strana Kurdî ya “Xoşe Hewraman” di pêşbirkeke muzîkê de bû yekem. bû yekem
Li Stenbolê strana Kurdî ya “Xoşe Hewraman” di pêşbirkeke muzîkê de bû yekem. bû yekem
Nîşan Stenbol Stranên Kurdî Çanda Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek xwendekarên Kurd li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ku bi pêşkêşkirina straneke Kurdî beşdarî pêşbirkeya mûzîkê ya dibistanên amadeyî yên Tirkiyê bûn, pileya yekem bidest xistin.

Îro Pêncşembê 5ê Temûza 2022ê encamên 24emîn Pêşbirkeya Mûzîkê ya Dibistanên Amadeyî yên Tirkiyê hatin ragihandin.

Li gor encaman, Grûpa Mûzîkê Şakal a Dibistana Amadeyî ya Şaîr Abay a Stenbolê ku bi straneke Kurdî beşdarî pêşbirkeyê kiribû, di beşa “Orkestrayê” de pileya yekem bidest xist.

Wan ciwanên Kurd di pêşbirkeyê de strana “Xoşe Hewraman” gotin û di beşa “Orkestrayê” de bûn yekem.

Di pêşbirka mûzîkê ya dibistanên amadeyî ya îsal de, ji 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 164 grûp û kes beşdar bûn.

Dibistanên serkeftî yên gehiştin qonaxa dawî di encama nirxandina %75ê Desteya Hilbijêran û %25ê dengê amadevanan hatin diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst