Filmeke kurdî beşdarî Festîvala Fîlman a Stenbolê bûye

Navenda Nûçeyan- Festîvala Fîlman a Stenbolê a ku ji aliyê ÎKSVê va bona 36emîn carî tê lidarxistin, dest pê kir. Filma kudî ya bi navê “Birayên Bêdengiyê” ku derhênerê wê Taylan Mintaş e jî di nav bernameya festîvalê de heye.


Festîvala Fîlman a Stenbolê a 36emîn ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê lidarxistin, îsal Xelata Rûmetê da lîstikvan Sir Ian McKellen.


Lîstikvanê navdar ê sînema û sehneyê McKellen ji bo wergirtina xelatê beşdarî merasima li TÎM Maslak Show Centerê bû û diyar kir ku ew cara yekê tê Tirkiyeyê û herwiha Stenbolê û ji ber hindê jî ew pir kêfxweş e.


Dîsa di festîvalê da lîstikvanê pispor ê Yeşîlçamê Edîz Hûn, Xelata Rûmetê pêşkêşî lîstikvan Selma Gunerî kir.


Di festîvalê da ji 61 welatî fîlmên 207 derhêneran dê bên pêşiya temaşevanan.


Di merasimê da ji bo bîranîna lîstikvan û derhênerên ji welat û dervayê welat ên ku ji 2016an vir ve wefat kirin û herwiha di navê da kesên wekî Vedat Turkali, Tarik Akan, Pinar Odabaş Aktug, Giovanni Scognamillo û Halit Akçatepe jî hene, vîdeoyek hat nîşandan.


Di merasima vekirina festîvala ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Tûrîzma Tirkiyê tê lidarxistin de plaket pêşkêşî dem û dezgehên ku bûn sponsor kirin.


Herwiha di şevê da Kalben stran gotin û piştî merasimê jî fîlma Lodos / Notias ku derhênerê wê Tassos Boulmetis e, hat nîşandan.


Îsal di festîvalê da ji 61 welatî 186 jê metrajdirêj, 17 jê yên kurt wê fîlmên 207 derhêneran bên nîşandan û di nava festîvalê de fîlmekê Kurdî jî heye. 


Filma derhênrê kurd Taylan Mintaş a bi navê “Birayên Bêdengiyê” jî dê were nîşandan.


Festîvalê di 15ê nîsanê da bi dawî be.