Li Qamişlo festîvala wêje û hunera jinan hat sazkirin

05-03-2022
Heftemîn festîvala wêje û hunera jinê li Qamişlo hat sazkirin
Heftemîn festîvala wêje û hunera jinê li Qamişlo hat sazkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li darxist. Di festîvalê de hejmareke jin ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û têde şano, stranên cuda û govend hatin pêşkêşkirin, herweha tablo û karên destên jinan jî hatin nîşandan.

Bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê saz kir.

Hejmarek jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê festîvalê de beşdar bûn.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser Rewda Hesen got, ew dixwazin di salên bê de gavên mestir bavêjin.

Mûzîk, helbest,  tabloyên hunerî, karên destî û gelek hunerên din ên kelepûrî û folklorî yên jinên ji hemû bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê di vê festîvalê de hatin pêşkêşkirin.

Dîzaynera karên destî Rehma Teko got: “Em sê jin bi karê destî beşdar bûne, armanca me sepandina hebûna jinê ye. Jin berhemdar e xwediya fikreyê ye, em karê xwe nîşanî xelkê didin. Karê me derketiye derveyê navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê, karê me kelepûrî ye.”

Di dawiyê de hemû beşdar hatin xelatkirin, herwiha xelatên diravî bi ser 15 beşdarên ku di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatin belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst