‘Navê Te Çî Ye’ li New Yorkê tê nîşandan

New York (Rûdaw) – Belgefîlma kurdî ya bi navê “Navê Te Çî Ye”, ku qedexebûna navên kurdî li Tirkiyê bi awayekî komîk û trajîk tîne ziman, li Amerîkayê tê nîşandan.

 

Belgefîlma “Navê Te Çî Ye” ku ji aliyê Omer Altaş û Cîhad Îlbaş ve hatiye çêkirin, dê sibê (6ê Adarê) li Zanîngeha “City University” a New Yorkê were nîşandan.

 

Di wê fîlmê de mijara qedexebûna navên kurdî li Tirkiyê bi awayekî komîk û trajîk hatiye behskirin û kesên ku navên xwe guhertine, serpêhatiyên xwe vedibêjin…

 

Piştî ku karbidestên fîlmê eşkere kirin ku dê pereyê ku ji firotin û nîşandana fîlmê were komkirin, bidin Kobanî, eleqeya li hember fîlmê zêdetir bû.

 

Di wê zanîngehê de ku fîlm tê de tê nîşandan, beriya niha kursa zimanê kurdî hatibû vekirin.

 

Fîlm dê belaş were nîşandan.