Hunermend Alîn: Straneke min ji bo Pêşmerge amade ye û di biharê de surprîzeke min heye

05-02-2023
RÛDAW
Hunermend Alîn
Hunermend Alîn
Nîşan Alîn Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Alîn piştî ku di Roja Alaya Kurdistanê de straneke bi navê “Keç û Xort” belav kir, berhemeke din a bi navê “Çaçanê” bi klîp dê belav bike. Hunermend Alîn ji Rûdawê re ragihand ku wê ji bilî vê berhemeke din ji bo Pêşmerge amade kiriye û di biharê de jî surprîzeke wê heye.

Gotin û muzîka wê stranê gelêrî ye û Rênas Mîran mîks, mastering û derhêneriya klîba muzîkê kiriye.

Klîpa “Çaçanê” li ser Keleha Hewlêrê hatiye girtin û di kanala hunermend a YouTubeê de hatiye belavkirin.

Hunermend Alîn ji Rûdawê re ragihand ku wê ji bilî vê berhemeke din ji bo Pêşmerge amade kiriye û di biharê de jî surprîzeke wê ya taybet ji bo gelê xwe û hezkiriyên xwe heye.

Alîn piştî çend salan nebûna di karên hunerî de, di sala 2022an de kariyera xwe ji nû ve dest pê kir û çend karên nû hilberandin.

Alîn ji zaroktiya xwe ve stranên neteweyî û folklorî dibêje. Di sala 2007an de yekemîn klîpa xwe ya bi navê 'Min Bihîstî Tu Nexweş î' ku dueteke bi Xêro Abbas re ye derxist, sê albûm û 23 klîpên wê yên bi şeş zimanan; Kurdî, Almanî, Îngilîzî, Asûrî, Suryanî û Ermenî hene.

Hunermend Alîn di sala 2014an de klîpa 'Pêşmerge' û sala 2017an jî klîba 'Referandûm' derxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst