Rêgirîkirina polîsan li stranbêjên Kurd deng veda

05-02-2022
RÛDAW
Parlamenterekî AK Partiyê ligel hejmarek ciwanên Kurd stranekê dibêje
Parlamenterekî AK Partiyê ligel hejmarek ciwanên Kurd stranekê dibêje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî parlamenterên HDPê û hejmareke zêde a hunermend û kesayetên din, parlamenterê AK Partiyê  yê Semsûrê jî li gel hejmareke gêncên Kurd li kolana Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê straneke Kurdî got û nerazîbûna xwe li hemberî helwesta polîsan derbirî.

Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Mehmet Fatih Toprak li ser hesabê xwe ê Twitterê vîdeoyek belav kiriye ku têde bi Tirkî û Kurdî nivîsiye, “Me li Cadeya Îstîklalê straneke evînî ya Kurdî got.”

Belavkirina twitta Mehmet Fatih Toprak bû sedema karvedanan. Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbolê Ferhat Encû li ser hesabê xwe yê taybet ê twitterê bi Kurdî û Tirkî twitek kiriye û dibêje: “Pêş gotinek Kurdî heye dibêje; Bi gur re dikujin, bi şivan re dixwin, bi xwedî re digirîn... Xwe zêde aciz neke gelê Kurd we gelek baş nas dike.”

Di çend rojên borî de, belavbûna dîmenê astengkirina grûpek ciwanên Kurd ji aliyê polîsên Stenbolê ve ku roja 29ê Çileya îsal li ser Cadeya Îstiklalê bi Kurdî stran digotin, bû sedema nerazîbûneke zêde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst