VÎDEO - Ji bo kolberan straneke rap

Hewlêr (Rûdaw) – Rapbêjê ji Rojhilatê Kurdistanê Zanyar ji bo kolberan straneke rap amade kir û pêşkeşî kolberên bûne qurbanî kir.

 

Rapbêj Zanyar heta niha bi dehan stranên rap gotine û rapa wî ya dawiyê jî li ser kolberên kurd e.

 

Hêjayê gotinê ye, ku rapa Zanyar yekemîn car di Rûdawê de digihe guhdar û temaşevanan.

 

Hefteya derbasbûyî li ser sînorê Serdeşt û Qeladizê ya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kolber ketin bin aşûtê û di encamê de 5 kolberan jiyana xwe jidest dan.

 

Vê bûyerê di medya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dengek mezin veda û ji bo kolberan bi dehan kampanya hatine destpêkirin.

 

Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber nîşandana hevxemiyê Peykera Kolberan hate çêkirin.