Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

05-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara 15an a Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket. Kovara Derûnnasiyê piştî navbereke kurt di sala nû de bi dosyeya 'teoriyên derûnnasiyê' derket pêşberî xwênerên xwe.

Weke ku tê zanîn kovar di bin banê Weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe dike û edîtoriya wê jî ji aliyê Abdulsıttar Ozmen, Siyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turhan û Kenan Ormek ve tê kirin.

Di hejmara 15an de nivîsên ku cih girtine wiha ne:

Tendirustiya Zihnî di herêmên şer û qeyranê de, Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan

Norm di derûnnasiyê de, Wergera ji Îngilîzî: Bilal Oztunç

Derûnnasê Klînîkî, Yusuf Atabey

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Burhanettin Kaya re

Mirêka lacan di psîkanalîzê de, Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildar

Geşedana Exlaqî ya Kohlberg, Doç. Dr. Akademîsyen Akif Akto

Margaret Mahler: Teoriya cihêbûn û takekesîbûnê

Zayîna derûnî ya zarokên mirov, Xwendekara Derûnnasiyê Fatma Zehra Gemi

Jînenîgariya Melanie Klein û Teoriya Têkiliyên Heyberan, Derûnnas Samed Dogan

Jean Piaget û Teoriya Geşedana Venasînî, Derûnnas Siyabend Aslan

Stîgmaya li ser nexweşiyên derûnî û peywenda xizmeta civakî, Pispora Xizmeta Civakî Gulperi Gunduz

Serpêhatiya Şîna Akût

Li xaniyên sersaxiyê yên Diyarbekirê û hokarên ku bandorê li ser tundiya şînê dikin

Psîkiyatrîst Dr. Evîndar Karabulut

Psîkiyatrîst Dr. Azad gunderci

Prof. Dr. Şakir Ozen

Wergera ji Îngilîzî: Pelda Ege

Derûnnasî û dîrok, Dîroknas Îlyas Tunç

Senifandina astengdarên zihnî, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn

Depresyon û sîptomên li ser mêran, Anne Maria Moller-Leimkühler. Wergera ji Almanî: Rohat Mîran

Pirs û bersiv, Hesenê Metê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst