Fîlma 'Cîran' a Mano Xelîl îro di Festîvala Fîlman a Duhokê de tê nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma 'Cîran' a derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl dê îro di 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de tê nîşandan û ew fîlm di beşa pêşbirka fîlmên Kurdî de hevrikiyê dike.

Fîlma 'Cîran' heta niha beşdarî bi dehan festîvalên fîlman bûye û 57 xelat wergirtine, çîroka fîlmê beşeke bîranînên zarokatiya Mano Xelîl e.

Fîlma 'Cîran' a ku ji aliyê Mano Xelîl ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, çîroka zarokekî Kurd e ku di salên 1980î de li gundekî sînorî yê Rojavayê Kurdistanê jiyaye û hejmarek lîstikvanên Kurd, Ereb û cîhanî tê de dilîzin.

Lîstikvana Sûrî Mazin Natur di fîlmê de dilîze û daxwaz ji temaşevanan dike ku teqez fîlmê temaşe bikin û anî ziman, “Hunermend Mano Xelîl bi nivîsandina jînenîgariya zaroktiya xwe û zehmetiyên zarokatiyê çîrokeke balkêş û mirovahî nivîsandin. Ez naxwazim çîroka fîlmê bêjim da ku bala we ji ser neçe lê “Cîran” yek ji filmên herî girîng a dîroka sînemaya cîhanê ye û heta niha zêdetirî 57 xelatan li cîhanê bi dest xistiye.”

Fîlm ji bo çend festîvalên din ên fîlman hatiye vexwendin û beşdar bûye û Xelata Fîlma Herî Baş a 2021an li Swîsreyê wergirtiye.

Mano Xelîl xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 1996an ve li Swîsreyê dijî û derhêneriya zêdetirî 20 fîlman kiriye, ji wan Peresêlke, Hafiz û Mara, Enfal, Dawid Tulhildan, Zindana Min, Mala Min û Baxçeyên Bihuştê û Tama Hingiv û gelek xelatên navneteweyî wergirt.

Festîvala Fîlman a Duhokê roja Pêncşemê 1ê Berfanbara 2022an bi fîlma "Bûka Baranê" dest pê kir û dê heta 8ê Berfanbarê berdewam bike.