Beşa Yekem
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdû jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de guftûgoyeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybetî, ya hunerî û siyasî vedibêje.
Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.
Gulîstan di beşa yekemîn a hevpeyvîna xwe de behsa cihê ji dayikbûna xwe, malbata xwe û çîroka barkirina ji gund dike. Ew dibêje, heta neçûye dibistanê jî nizanîbû zimanekî bi navê tirkî heye.
Em dizanin, ku tu li gundekî Siwêregê ji dayik bûyî. Navê gundê we çi ye?
Navê gundê me Vanko ye. Berê ser bi Amedê ve bû, lê paşê bi biryara komarê, ew xistin ser bajarê Ruhayê. Bavê min xwediyê gund bû. Gundê me hemû xizmên hev in. Heta niha jî ti biyaniyek di gund de nîne.
Tu keça mezin a malê yî?
Nexêr. Nûrî birayê me yê mezin e. Beriya min 2 xwîşkên min ên din çêbûne lê dema ez jidayikbûm, ew herdû jî miribûn.
Tu kîjan salê ji dayik bûyî?
Ez di sala 1962an de ji dayik bûm. Lê temenê min 2 salan mezin hatiye nivîsandin. Wê demê temenê keçikan 2 salan mezintir dihate nivîsandin ji bo ku zû bizewicînin. Herwiha temenê kuran jî biçûk dinivîsandin ji bo dereng herin leşkeriyê.
Dayik û bavê te xizmên hev in?
Nexêr, bavê min seyid e û malbata dayika min jî neviyên Şêxê Zirav in. Balbata bavê min dayika min di dawetekê de dîtine û li wir biryar dane ji kurê xwe re bixwazin. Dayika min li bajar bû, piştî bûkaniyê çûye gund. Dayika min her car behsa jiyana xwe ya 15 salan a li gund dikir û weke "êşkence" binav dikir. Çimkî li gundê me tenê darek jî nebû, elektrîk nebû, tenê genim, ceh û nîsk hebû. Kaniya avê seetekê ji gund dûr bû û bi ker û hêstiran av ji xwe re dikişandin.
Xelkê gund çawa li dayika te dinerîn, ew weke bajarî didîtin?
Na, ti pirsgirêk di wî warî de nebûn. Ji xwe ji bo malbata me cihê serbilindiyê bû, ku ji malbateke mezin bûk anîbûn. Lê jiyana gund ji dayika min re pir zehmet bû. Weke mînak dayika min digot, pirsgirêka min a herî mezin xweşuştin bû. Her car jî dibêje, "jiyana min bikin fîlm û binivîsin." Ez jî her jê re dibêjim, "dayê jiyana hemû kurdan li gundan wiha ye."
Heta çend saliya xwe tu li gund mayî?
Dayika min dixwest rojekê berî ya din ji gund bar bike û biçe. Her tim digot min nexwendiye bila zarokên min bixwînin. Temenê min 4 û nîv an jî 5 sal bûn, em çûne Wêranşarê. Dapîra min nedixwest em mala xwe bar bikin. Ji dayika min re digot, "ez qebûl nakim tu kurê min ji min veqetînî û bibî bajêr." Lê dayika min digot, "ez êdî tehemûl nakim û naxwazin zarokên min nexwende bin, emê herin bajêr û ji xwe re xaniyekî bikirin." Tê bîra min kamyonek anîn, mala me bar kirin û em çûne bajêr.
Jiyana li bajêr ji bo te zehmet bû?
Belê, di destpêkê de pir zehmet bû. Ji ber ku dapîra min em mezin kiribûn. Dayika min li gund ji ber hejmara zarokên zêde, pê re nedigihişt xizmeta hemûyan bike. Lewma em li cem dapîra xwe bûn. Li bajar jî min her carê digot, "ev der ne mala me ye, min bibin cem dapîra min."
Li bajar we çi dikir?
Destpêkê bavê min li gel me nehate bajêr. Çimkî dapîra min razî nebû. Dayika min bi acizî ji gund derket. Dayika min xaniyekî mezin kirê kir, li nêzîkî mala bapîrê min (bavê dayika min) bû. Paşê bavê min jî hat, ti çare jê re nema, teslîm bû (dikene). Dayika min beriya hemû tiştan çû bazarê û pêwîstiyên malê kirîn. Ez dibêjim qey zêrên xwe firotibûn. Dema ez hatime temenê xwendinê, dayika min ez birim û navê min li dibistanê tomar kir.
Piraniya zarokên Kurd wê demê bi tirkî nizanîbûn, lewma dema diçûn dibistanê zehmetî didîtin û travma li cem wan çêdibû. Roja yekemîn dema tu çûyî dibistanê hestên te çibûn?
Di serdema min de xeraptir bû. Jixwe ez ji gund hatibûm û min nedixwest li bajar jî bimînim. Min qet zimanê tirkî jî nebihîstibû. Li gundê me elektrîk, televîzyon û radyo jî tunebûn. Tê bîra min, beriya ku bavê min, min bibe dibistanê, dayika min destê min girt û ez birim bazarê. Wê demê bazara jinan û ya zilaman ji hev cuda bû, bazara jinan di nava kolanekê de bû. Dayika min ez birim nav dukanekê. Baş di bîra min de maye, navê xwediya dikanê Sakîne bû. Qumaş difirot. Dayika min mantoyekî reş ji min re kirî, li gel pêlaveke reş, ku dibiriqî. Herwiha qurdêleyek jî kirî, çimkî pora min dirêj bû û keziyê min hebûn.
Min nedizanî ka mesele çi ye. Bavê min got, emê te bibin "mektebê" wate dibistanê. Min nedizanî ka mekteb çi ye! Ew cilên me kirîbûn li min kirin û bavê min destê min girt, ez birim dibistanê. Ez birim pêş holekê û ji min re got, "keça min derbasî hundir bibe". Min derî vekir û lê temaşe kir, tije zarok bûn, li ser kursiyan rûniştibûn. Zilamekî çavşîn û por zer jî li pêşiya wan rawestiya bû. Mamostayên wê demê hemû tirk bûn, hemû jî li ber çavê min dişibiyane Atatûrk.
Dema min derî vekir mamoste got, "gel" wate were. Min nizanîbû "gel" çi ye û lewma min dest bi girî kir. Zarok hemû keniyan. Êdî ji wê kêliyê ve travmaya min dest pê kir.
Paşî mamoste got "otur" wate rûne. Min nizanîbû ka otur çi ye û zarok bi min dikeniyan. Ez mîna lal û gêjan bibûm. Tê bîra min dema zengil lê da, zarok beziyan û ez jî reviyam. Mala me nêzîk bû, ez gihîştim hewşa malê û min kire hewar; "Ez naçim mektebê!" Dayika min behsa wê rojê dike û dibêje; "te xwe li erdê dirêj kiribû û hewar dikir digot, ez naçim mektebê, min bibin gund. Êdî, ez wê salê neşandim mektebê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse