Festîvala Osman Sebrî bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê îro 7emîn Festîvala Osman Sebrî ya Wêjeyê bi dawî bû.

Çalakiyên 7emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ku 2yê Çiriya Paşînê dest pê kiribû di roja xwe ya sêyem de bi gotina stranan û xelatkirina 6 helbestvanan qediya.

Komîteya amadekar û komîteya nirxandinê ya Festîvala Osman Sebrî, 6 helbestvan hejayî xelatê dîtin.

Di beşa helbesta Kurdî de, helbestvan Kamîran Simo yekem, Ebûd Mexso duyem û Medya Berekat jî sêyem derketin.

Di beşa helbesta Erebî de jî helbestvan Mehmûd Ebdo yekem, Ebdulbarî Ehmê duyem û Diya Iskender jî sêyem derketin.

Ew festîval 7 ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin.