Rojîn ji bo Kobanî û Şingalê: Şerm

 

Wan (Rûdaw)- Hunermenda kurd Rojînê ji stranên kurdî, tirkî çerkezî û zaraveyên zazakî, soranî albumek bi navê “Ji Nûve” amade kiriye û di albume de strana bi navê “Şerm” jî li ser komkujiya Şingalê û li ser Kobaniyê gotiye.

Rojînê jî wekî çend hunermendên kurd stranek li ser karasata kurdên li Kobanî û Şingalê duçarê êrişên rêxistina DAIŞê mane amade kiriye.

Rojînê li ser albuma wê ya nû derbikeve agahî dan Rûdawê.

Hûnermenda kurd ragihand ku ji ber qezaya Soma û bûyerên Kobanî û Şingalê 3 cara mecbur ma navberê bide xebatên xwe yên muzîkê û got, “Heger tu pirsgirêk çênebe albuma min a bi navê `Ji Nûve` amadekirî dê 17 Mijdara îsal  derbikeve.”

Rojînê diyar kir ku wê li ser karasata Roboskî, Kobanî û Şingalê stran amade kiriye û di derheqê albume de jî wiha got:

 

“Album ji 16 stranan pêk hatiye. Di albumê de stranek li ser dramaya Kobanî û Şingalê ya bi navê ‘Şerme` heye. Stran min bi kurdî, tirkî, zazakî, soranî û çerkezî anî ziman. Piraniya gotin û muzîka stranan mi bi xwe amade kir. Min soz dabû dayîkên Roboskiyê ez dê stranekê ji bo wan bêjim. Herwiha di albumê de 2 stranen soranî yên bi navê Heybenîn û Mahabad jî hene.”




Rojîna ku weke xêrxwaz tê zanîn ji Rûdawê re behsa alîkariyên ji bo Kobaniye re kirin jî kir û wiha pê de çû:

“Dema me alîkariye ji bo jinên Kobanî birin, li wê derê ji min re gotin `em dixwaze tu straneke li ser me bêje.` Min jî daxwaza wan anî cih. Dema em çûyîn me li gel xwe pêwistiyên zarokan, betaniye, ar û alîkariyên wisa biribûn.”

Herwiha Rojînê anî ziman ew dê li gel akademîsyênan ji bo Kobaniyan pêş de çalakiyan pêk bînine.