Weşanxaneya Na dest bi weşandina rêzapirtûkên civaknasî û felsefê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Na dest bi weşandina rêzapirtûkên civaknasî û felsefê kir û ji rêzepirtûkên civaknasî û felsefêyê berhema ewil  ferhenga felsefê ya civaknasê kurd Alî Gurdilî ye.

Weşanxaneya Na berê jî ragihandina weşandina rêzepirtûkên Êzdiyatiyê û Avestolojîyê kiribû û heya niha ji wan rêzepirtûkan çend pirtûk çapkirin.

Çapa taybet a “Ferhenga Felsefeyê /Dictionary of Philosophy /Felsefe Sozlugu” yaa civaknasê kurd Alî Gurdilî derket.

Di ferheng ku bi Kurdî hate çapkirin de ji hezaran zêdetir têgihên felsefeyî û feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê Îngilîzî, Fransî û Tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên pêk tê. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin. Mirov dikare bibêje ku ev xebat, xebateke demdirêj e û bi qasî, bîst salan berdewam kiriye.

Di dawiya ferhengê de, ferhengok û indexek (rêzik) heye, ku dê karê xwendevanan bêtir hêsan bike. 

Weşanxaneya Na jî dibêje: “Em jê bawer in ku felsefe jî, yek ji wan nirx û çalakiyên mirovî ê dema me ye û ne kêmtirê zanist, wêje û hunerê ye. Loma jî, me biryar daye ku em piştgiriya kar û xebatên felsefeya kurdî bikin. Xebatên koma felsefevanên kurdîziman, bi dirûşmeya ‘felsefe, bi Kurdî xweş e.’ di bîr û raya Kurdî de tê zanîn û hêjayî gotinê ye ku gelek kesen di komê de cih girtine, xizmeteke baş kirine ji bo çand û zimanê kurdî. Vekirina Malpere û Kovara Felsefevan û gelek komên li ser medya sosyal, encama xebatên wan in û ku di karên xwe de, hê jî berdewam in.”

Weşanxaneya Na diyar dike ku mijar û xebatên derbarê felsefeyê de, hêja ne ku mirov piştgiriya wan bike, bixwîne û bide xwendin û dibêje: “Loma jî, beradayî nehatiye gotin ku ‘felsefe, jiyan bi xwe ye.’ Eger wiha be û felsefe jî perçeyeke jiyana me be, lazim e ku ev xebat bi zimanê Kurdî jî werin kirin û heqê xwendevanên Kurdî ye ku van mijarana bi zar û zimanê xwe î şîrîn jî bixwîne û fêr bibe. Girêdayî vê xalê, em amadekariya çapkirina seta felsefeye jî dikin ji bo di demekê nêz de çap bikin û bi vî hawî jî, bikaribin xizmeta çand û zimanê kurdî bikin.”

Alî Gurdilî kî ye?

Alî Gurdilî, civaknas û felsefevan e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan (Misirc) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980an de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê pazdeh sal in hewl dide ku di hinek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Xwenas, Felsefevan û Ajda’yê de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Berpirsiyar û edîtorê malper û Kovara Felsefevan e.