Bi mûzika pop xatir dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja kurd Lane Zengene klibek ji strana pop ya xwe amadekiriye.

Lane Zengene ji Rûdawê re wiha got: “Min çend stranên kurdî yên pop tomar kiribûn û min klibek ji bo wan çêkir. Dîmenên klîbê teva bû û di rojên pêş de were weşandin.”


Zengene diyar kir ku wê stranên Nuri Germiyanî yên bi navê “Melenge” û “Beyan” ji nû ve strandiye.


Derhêneriya klîbê Yûsîf Leşkerî kiriye û dîmen jî li Tirkiyê hatine tomarkirin.


Stranbêja kurd Lane Zengene got, dibe ku ew piştî vê xebatê ve dev ji stranbêjiyê berde.