Ji bo nivîskar Abdulmenaf Osman kampanyaya piştgiriyê

04-09-2023
RÛDAW
Nîşan Abdulmenaf Osman Nivîskar Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarên Kurd, ji bo nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê ku Tirkiye dixwaze wî radestî Sûriyeyê bike li ser medyaya civakî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Abdulmenaf Osmanê ji parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 3ê Adara 1993yan dema 28 salî bû li Êliha Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li Abdulmenaf Osman bi hinceta “endamtiya PKKyê” û bi îdiaya “xebata dabeşkirina beşek axa di bin serweriya dewletê de” cezaya heta hetayê hat birîn.

Osmanê ku diviya 3ê Adara 2023yan bihata berdan bi hinceta ku ji kiryara “poşman” nebûye berdana wî 6 mehan hatibû paşxistin.

Osman duh ji Girtîgeha Akhisarê ya li parêzgeha Manisayê hat berdan.

Cendirmeyan ew bir Fermandariya Cendirmeyan a Akhisarê.

Malbata wî ya ku li Tirkiyeyê dijî dixwaze Osman radestî wan bê kirin.

Malbata wî naxwaze Osman bişînin Rojavayê Kurdistanê yan Sûriyeyê.

Nivîskarê navdar Selim Temo li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand: “Nivîskarê gewre Menaf Osman, piştî 30 salan hat berdan. Lê dewleta Tirkan dixwaze wî dersînor bike û radestî rejîma/hêzên Sûrî bike. Nehêlin, bertek nîşan bidin, bêjin na!”

Rojnamevan Fehim Işik jî peyama Selim Temo parve kir û piştgirî da Abdulmenaf Osman.

Li ser medya civakî gelek kesan bertek nîşanî biryara Tirkiyeyê da.

Abdulmenaf Osman sala 1965an li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.

Li Zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê qedandiye.

Pirtûkên wî:

Girê Şêran / Roman / Weşanên Aram / 2003

Şînok / Çîrok / Weşanên Lîs / 2011

Namûsname / Roman / Weşanên Aram / 2016

Piling, Şoreşname 1 / Roman / Weşanên Ar / 2016

Silava Bajariyan / Çîrok / Weşanên Azad

Sînor / Roman / Weşanên Aryen / 2018

Lênûska Leyla / Roman / Weşanên Aram / 2018

Sêbareya Zindanê - 1: Cuhû / Roman / Weşanên Sîtav / 2019

Sol / Çîrok / Weşanên Aryen / 2021

Herwiha lîstika wî ya bi navê “Destê Şeş Tilî” di Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst