Bêwar Dêrşewî: Divê Kurd şanaziyê bi zimanê xwe bike

04-09-2022
RÛDAW
Bêwar Dêrşewî ferhanga Dêrşewî belav kir
Bêwar Dêrşewî ferhanga Dêrşewî belav kir
Nîşan Bêwar Dêrşewî Ferjanga Dêrşewî Ferhan Kurdî-Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amadekarê ferhenga Kurdî-Erebî nivîskar Bêwar Dêrşewî dibêje divê Kurd şanaziyê bi zimanê xwe bike.

Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Bêwar Dêrşewî beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku 14 salan kar kiriye heta ku ferhengeke Kurdî-Erebî bi navê “Ferhenga Dêrşewî” nivîsandiye.

Ferhenga Dêrşewî ji 1.137 palperan pêk tê, zêdeyî 250 hezar gotin hatine nivîsandin.

Bêwar Dêrşewî  da zanîn ku amadekirina ferhengan gelek zehmet e, ji ber ku pêwîstî bi jêderan heye û got: “Ev berhem ji encama geryana min a meydanî li Başûr, Rojava û Bakur derketiye. Ne tenê 3-4 caran, lê gelek caran ez li wan gunda geriyam û min guhdariya pîr û kalan kir. Ji bilî zarevayên sereke gelek devoka xwecihî jî tê de hene. Dewlemendiya milet li ser van tê avakirin.”

Bi gotina Bêwar Dêrşewî, hin aliyan xwest piştgiriya wî bikin, lê di heman demê de xwestin bazirganiyê bi zimanê Kurdî bikin û xwestine mohra xwe li ser ferhanfa wî dane, ji ber wê yekê wî ew alîkarî red kiriye.

Dêrşewî diyar kir ku ji 10 hezar ziman niha 6 hezar ziman mane pê têne axaftin, ji wan 6 hezar ziman jî 300 ziman mane ku zarok jî fêr dibin û got: “Divê netewa Kurd şanaz be ku xwediyê yek ji wan 300 zimanan e ku maye li ser xwe û zêdeyî milyonek kes pê diaxive. Ez bawerim haya gelê Kurd ji vê yekê nîne. Derdora me hate girtin û her kes gotinên me ji xwe re dibin û em jî piştevaniya vê yekê dikin.”

Dêrşewî eşkere kir ku du berhemên din ên wî hene, yek pirtûkeke helbestan a din jî destanek e.

Bêwar Dêrşewî xelkê gundê Tildarê yê Dêrika Hemko ye û ji sala 1995an ve li Holanda dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst