Nîgarkêşa Kurd Arya Etê li Almanyayê navdar bûye

04-09-2019
Zinar Şîno
Harmoniya rengên tabloyên Arya Etê bi şarezayî û peyambexş hatine nexşandin
Harmoniya rengên tabloyên Arya Etê bi şarezayî û peyambexş hatine nexşandin
Nîşan Arya Etê Nîgarkêş Almanya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Keçeke ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, li Almanya bûye nîgarkêşeke navdar.  Arya Etê ku nîgarkêşeke bi cesaret e, dibêje berê malbata wê razî nebû ku ew bibe nîgarkêş, lê wê dest ji hunera xwe berne da û wê hemû asteng li ser rêya xwe hildan.

Nîgakêşa Kurd Atê di sala 1990an da li Kobanî ji dayik bûye û tekane keça dayik û bavên xwe bûye, şîrîn û xoştivya brayên xwe bû lê malbatê nedixwast ew bibe nîgarkêşê lêbelê dîsa wê li Zanîngeha Helebê Akademiya Hûnerên Ciwan  xwend.

Arya Etê bi nîgarên xwe dixwaze ji tenêbûna xwe rizgar bibe û ligel mirovên derdorên xwe nêzîk bibe. Ew dibêje: “Dema ez çûm medresê kes derdora min nebûn û ez gelek caran bi tenê bûm. Dema min resim çêdkirin zarok li derdora min kom dibûn û hejmara wan her diçû zêde dibû. Min dixwest ji tenêbûnê rizgar bibim û zarokan li dora xwe kom bikim. Her roja baştir min resmên ciwantir çêdikir û xelkê derdora min jî zêdetir dibûn.”

Etê hêj di bihara temenê xwe de ezmûna wê ya karkirnê ji temenê wê mezintir xuya dike, di tabloyên xwe da, perûkên bi rengên Kurdî yan leşkerî yan perde yan xalîce û mehfûran bikar tîne.

Nîgarkêşa Kurd diyar kir ku di heman tabloyan de ew ramanên xwe dide nîşandin. Hinek ji pêşangehên Arya bo zêdetrî 4-5 mehan bi berdewamî vekirî dimînin.

Taybetmendiyeke din a ezmûna Arya ya nîgarkêşyê ew e ku her tabloyek ji wê re derbirîna haletekê taybetî ye û bi yek car nîgar dike û bidawî tîne.

Li Akademiya Hunerî ya Kasil Arya berdewamiyê dide xwendina. Ew dibêje cudahiyeke mezin di navbera hunerê nîgarkêşiya Almanya û Sûriyê de heye û carna ew ji tabloyên hunerî yên ewropî tiştekê fêm nake.

Harmoniya rengên tabloyên Arya bi şarezayî û peyambexş hatine nexşandin û mjarên wê bi zanabûn hatîne destnîşankirin û teknîkekên cuda tên dîtin.

Arya û hevjînê xwe Şêrzad sinorên 6 welatan derbas kirina heta ku berî 4 salan gehiştine Almanyayê û hêlîneke germ ji xwe re avakirine. Digel karê hunerî û xwandina li zanîngehê ew ji hatina xwe ya Almanyayê gelek razî ye.

Di danûstandinên ligel Arya de diyar dibe ku di fikra wê de hêj mijar hene ew nîgarên wan bike, lê diyar nîne ew dê careka veger Kobanî yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst