Festîvala Munzûrê: ‘Em pirsgirêkan neyînin ziman dê kêm bimîne’

04-08-2023
Abdulselam Akinci
Festîvala Munzûrê: ‘Em pirsgirêkan neyînin ziman dê kêm bimîne’
Festîvala Munzûrê: ‘Em pirsgirêkan neyînin ziman dê kêm bimîne’
Nîşan 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê dest pê kir. Şaredarê Dêrsimê got, “Ku em pirsgirêkan neyînin ziman bawer bikin dê kêm bimîne.”

Festîvala ku 3yê Tebaxê dest pê kir dê heta 6ê Tebaxê dewam bike.

Li Dêrsimê û navçeyên wê di çarçoveya 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê de gelek çalakiyên hunerî û civakî têne lidarxistin.

Parêzgariya Dêrsimê destûr neda ku 3 komên muzîkê bikevine bajêr û beşdarî festîvalê bibin. Ev yek li bajêr bû sedema nerazîbûnan.

Herwiha ji ber rewşa aborî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdariya xelkê ya festîvalê îsal kêm e.

21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi def û zirne, bi govend û dîlanê dest pê kir.

Şaredarê Dêrsimê, komîteya amedekar, geştiyar û xelkê Dêrsimê ji nav bajêr ber bi qada Seyîd Riza ve meşiyan û wan festîval da destpêkirin.

“Ku em pirsgirêkan neyînin ziman dê kêm bimîne”

Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu li ser armanca festîvalê got:

“Festîval hinek şahî ne, kêfxweşî ne lê li aliyê din temsîlî be jî li hemberî pirsgirêkan nîşandana bertekan e. Li vî cihê ku mafê axaftinê yê ti kesî nîne ku em li vir van pirsgirêkan neyînin ziman bawer bikin dê kêm bimîne.

Erê rast e li aliyekî şahî, li aliyekî edebiyat û huner e lê li aliyekî jî jiyan bixwe ye. Yanî siyaset û polîtîka heye.”

Ji bo festîvalê tevî xelkê bajêr ji gelek bajaran geştiyarên navxwe û hejmareke zêde ya Dêrsimiyên ku li Ewropayê dijîn jî berê xwe da bajêr.

Dêrsimiyekî ku li Ewropayê dijî Yaşar Yildiz got, “Ez ji derveyî welêt ji bo festîvalê hatim. Ji bo miletê me li ser xêrê be. Em dixwazin ku her sal ev festîval hebe. Xelk were ba hev.”

“Parêzgariyê konserên Grup Yorum û Îsyan Ateşiyê qedexe kirin”

Dêrsimiyeke ku li Ewropayê dijî Ebru Iyigunê jî li ser festîvalê got, “Em ji Stutgartê hatin û ji xwe re li Dêrsimê digerin. Em hatin li welatê xwe bigerin. Li hemberî talankariya kanên madenê em xweza û jiyanê diparêzin.

Dirûşma sereke ya festîvala îsal ev e lê ji ber ku Parêzgariya Dêrsimê konserên Grup Yorum, koma Îsyan Ateşiyê û komeke din a mûzîkê qedexe kirin, beşdarên festîvalê nerazîbûn nîşan da.”

“Bila xweşî û başî were, xirabî dûr bikeve”

Şêniyê Dêrsimê Velî Yildiz jî hestên xwe yên li ser festîvalê anî ziman û got:

“Ez dixwazim ku xelk were vir lê nahêlin hinek hunermend beşdar bin. Baş nakin. Hunermend û şairên me tên vir stranan dibêjin, sohbetê dikin.

Em dixwazin ku xelkê me bi rehetî were bajêr. Bila ji stranên însanan netirsin. Bila xweşî û başî were, xirabî dûr bikeve.”

Şêniya Dêrsimê Semra Çîçekê jî got, “Bi rastî ez mat nemam. Min dizanî ku dê wiha bikin û bû jî. Ez wê biryarê şermezar dikim.”

Şêniyê Dêrsimê Mehmet Kilan anî ziman, “Ji bo biratiyeke baş bila van qedexeyan rakin, em dixwazin me hinekî baş fehm bikin.”

Festîval dê bi konsera Pervîn Çakarê bi dawî bibe

Heta 6ê mehê li navenda Dêrsimê û navçeyên wê çalakiyên wekî panel, konferans, nîşandana belgefîlm û lîstina şanoyan, konserên hunermendên Kirmanc (Zaza) û Kurmanc werin lidarxistin.

21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê dê bi konsera sopranoya navdar a Kurd Pervîn Çakarê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst