Hunermend Armanc ji Rûdawê re: Beytocan nemiriye û weke bilbilan diaxive

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Beytocan dijî û nûçeya mirina wî ne rast e.

Beytocan, ev demek e ku li Stockholma paytexta Swêdê ji ber penceşêrê tedawî dibe.

Van demên dawiyê gelek caran di torên civakî de gotegotên li ser “mirina Beytocan” belav dibin.

Rûdawê xwe gihande malbata Beytocan û li halê wî pirsî.

Bi gotina malbatê, rewşa Beytocan ji berê baştir bûye, li nexweşxaneyê tê dermankirin û di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Malbatê da zanîn ku beriya 2 rojan tenduristiya wî xirabtir bibû lê ev 2 roj in ber bi başbûnê ve diçe.

Hunermed Armancê ku ew ji nêzîk ve ji tenduristiya Beytocan agahdar e û ji roja ewil ve bi wî re ye ji Rûdawê re axivî.

"Beytocan weke bilbilan diaxive"

Armanc li ser tenduristiya Beytocan got, “Berî nîv saetekê ez bi wî re dûr û dirêj axivîm. Beytocan weke bilbilan diaxive û ji berê gelekî baştir e.”

Beytocan ji Armanc re gotiye ew hez dike biçe serdana helbestvan Ehmed Huseyniyê ku ew jî li Stockholmê ji ber penceşêrê tê dermankirin.