Fîlma “Xewa Zivistanê” (Kış Uykusu) ya derhênerê di Festivala Fîlma ya Cannesê de xelata “Palmiyeya Zerên” wergirtî Nuri Bilge Ceylan, beşa “Xelatên Oscarên Biyanî” de, dê bikeve pêşbirkê.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê Omer Çelik bi rêya Twitterê ragihand ku fîlma Nuri Bilge Ceylan a “Xewa Zivistanê” di 87êmin Xelatên Fîlmên Biyanî yên Oscarê de Tirkiyeyê temsil bike.
Omer Çelik, Ceylanê ku xelatê “Palmiyeya Zerên” wergirtî pîroz kir û got: “Ez hevî dikim Nuri Bilge Ceylanê ku nawneteweyî de serketî dê Oscarê de jî serbikevi û jê re serkeftinê dixwazim.”
Fîlma ji Tirkiyeyê cara yekemîn di Festivala Fîlma Cannesê de xelatê “Palmiyeya Zerên” wergirtî, ya derhênerê kurd Yilmaz Guney a bi navê “Yol” (Rê) sala 1982an de bû.
Piştî fîlma Yilmaz Guney sala 2014an de Nuri Bilge Ceylan ew xelata standibû.
![](https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded%20Images/fimm.jpg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse