Selîm Temo li Amedê pirtûkên xwe îmze kirin

04-06-2022
Selîm Temo dê heta deh rojan li welat be û çendîn bajarên din ên wek mûş,Wan û Agiriyê jî çalakîyên îmzekirina pirtûkên xwe lidar bixe
Selîm Temo dê heta deh rojan li welat be û çendîn bajarên din ên wek mûş,Wan û Agiriyê jî çalakîyên îmzekirina pirtûkên xwe lidar bixe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Selîm Temo li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê pirtûkên xwe îmze kirin.

Nivîskar,helbestvan û akademesmîsyenê kurd Selîm Temo piştî 2 salan ji Fransa zivîrî û li Amedê li navenda Pirtûka Kurdî çalakiya îmzeyê lidar xist.

Akademîsyenê kurd Temo di sala 2017an de ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ku weke akademisyên kar dikir bi biryara KHK a hejmara 679an ji akademîsyenî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hatibû dûr xistin.

Piştî 3 salan ew çibû Parîsê û wî bajarê Montpellîer li Zanîngeha Paul Valery a Fransî dest bi karen akademîyê kiribû.

Biryar e ku Selîm Temo dê heta deh rojan li welat be û çendîn bajarên din ên wek mûş,Wan û Agiriyê jî çalakîyên îmzekirina pirtûkên xwe lidar bixe û piştre vegere Fransa.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst