Li bintara çiyayê Herekol festîvala aştiyê tê sazkirin

Sêrt (Rûdaw/DÎHA) – Şaredariya bajarê Sêrtê li bakûrê Kurdistanê ragihand, dê li zozana Çemê Karê li bintara çiyayê Herekolê festîvalekê bi navê Festîvala Aştiyê ya Herekolê saz bike.

Şaredariya Sêrtê di daxuyaniyekê de ragihand, dê yekemîn festîvala aştiyê ya bi navê Festîvala Aştiyê ya Herekolê li bintara çiyayê Herekolê saz bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku festîval dê bi silogana “Em li nav sirûşta Herekolê de bi aştiyê tên ba hev” li zozana çemê Karê û di rojên 8 û 9 ên meha Hezîranê de were lidarxistin.

Hat gotin ku bernameya festîvala aştiyê ya Herekolê ji dîwana dengêjan, lîstokên gelêrî, semînerên li ser pêvajoya çareseriya demokratîk, nîşandana fîlman, şano û konser pêk tê.

Derheqê festîvalê de şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, diyar kir ku par jî xwestine li heman deverê festîvalekê saz bikin lê bi hêceta pirsgirêkên ewlehiyê, festîvala wan hatiye astengkirin.

Sadak ragihand ku lê vê carê bi destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk li Tirkiyê dê festîvala aştiyê ya Herekolê saz bikin.




Selîm Sadak