Çima li Rojhilatê Kurdistanê muzîk û stranên Kurmancî pêş neketiye?

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke birbiçav ji stranbêj û dengbêj, di nav de kur û keçên ciwan niha li bajarên bakurê parêzgeha Urmiyê mijûlî stranbêjî û muzîkjenînê ne. Ev hewlên wan di demekê de ye ku li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku bi Kurmanciya Jorîn diaxivin, muzîkeke prefesyonel û hunermendeke bi nav û deng peyda nebûye ku sînorên wan bajaran derbas kiribin û weke hunermendên seranserî yên Kurdistanê hatibin naskirin.

 

Stranbêj, muzîkjen û helbestvanên Urmiyê di derbarê sedema lawaziya muzîk û stranên wê navçeyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

 

Yek ji dengên xweş, ku hewil dide weke bi dehan dengên din, tenê di navçeyeke teng, û di bazneyeke hunerî, ya ne serdemiyane de nefetise.

 

Hewleke ku ezmûneke bi deh salan li pişt xwe hiştiye, û ziyanên wê his dike. Ew jî ev e ku çima muzîk û stranên bajar û navçeyên bakurê parêzgeha Urmiyê, ku Kurdên wê bi tev de, bi zaravayê Kurmancî diaxivin, nekarîne sînorên çend bajaran derbas bikin û bibin dengekî naskirî li seranserê Kurdistanê.

 

Ev gotin nedîtina rola dengbêjên weke, Îran Xanim, Esedê Herkî û Birê û ne çend kesên din e, ku hîna jî dengê wan maye, lê ne dengên li seranserî Kurdistanê ne.

 

Hunermend Îhsan Ayînfer ji Rûdawê re ragihand: “18 sal in ez saza tembûrê lêdixim û pên şeş sal in dersa tembûrê didim Kurdên me yên Urmiyê û çend sal in ez bi xebata muzîk û ahengsaziyê dikim li nav bajaran. Me xetek an xeta meşek nedaye xortên xwe ku ew hunerê bi şêwazeke profesyonel bikin, an fezayeke hunerî çênebûye ku ew kesên ku enerjiya wan heye, bigihîje asta xwe ya baş.”

 

Tinebûna hunermendên profesyonel yên wê navçeyê, ne girêdayî rewşa siyasî û kultûrî ya Kurdistanê ye, ji ber ku li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, di bin rêveberiya desthilateke navendî de ye, û derfet û rêgirî û sînordarbûna şiyanên maddî, ku li Kirmaşanê û Sine, yan Mehabadê hene, li Urmiyê jî hene.

 

Lê li wan navçeyên din, hunermend û muzîkarên Kurd hebûne û hene, ku huner û nav û dengê wan sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn jî derbas kirine.

 

Helbestvan Bêhnam Menda diyar kir: “Berê gelek helbestvanên me yên bihêz di bajarê Urmiyê û derdora wî de hebûn û hene, ku min rêz û hurmet heye ji bo wan, lê hazir nebûn kus bo karê stran û stranbêjiyê di hêla muzîkê de helbestan bidin destê stranbêjan, ku bi dengên xweş xebat bên kirin. Ya duyem jî ez dikarim bibêjim nebaşiya ev rê û fikra ku stranbêjên li vir danîne pêş xwe. Em tên helbestvan helbesta wî hazir e, em tên stranbêj dengê wî xweş e, dikare stranek baş bide derê, em tên kesên berçav hene ku karên muzîkê bi awayekî baş pêşve bibin, lê mixabin di dawiyê de em dibînin ku studyoyek yan kesek ku bikare bi awayekî profesyonel vî karî bide tomarkirin, peyda nabe.”

 

Dengbêj û dengxweşên ku niha li wan navçeyan hene, bi hestên paqij û nîştimanî enerjiya wan, di çarçoveya gerandina dîlanan û civatên taybet yên hevaltî û mêvandariyan de serf dibe

 

Di van salên dawiyê de, hinek destên xêrê di wê pêxemê de hewil dan, lê ew jî tenê bi lidarxistina hin konsertên navçeyî de mane.