Mirovekî ku tucarî nayê jibîrkirin

04-05-2016
Kameran Subhan
A+ A-

Beriya 76 salan, di berbangeke wek îro (2yê Gulanê) de, zarokek ji dayik bû. Bavê wî zarokî helbestvanekî Kurd ê navdar bû. Piştre ew bi xwe jî bû helbestvanekî bi navûdeng di helbesta kurdî ya nûjen de.

Heta sax bû, li ku derê jî bûya, bîranîna vê rojê bi awayekî ji awayan zindî dikir. Lê piştî ku koça dawî kir, kes nîne wî bibîr bîne! Şêrko hertim ditirsiya ji ber çavan winda bibe û xwînerên wî, wî ji bîr bikin. Hersal gava 2yê Gulanê tê, ev helbesta wî tê bîra min ku bi boneya rojbûna xwe nivîsîbû:

Navê min xewn e

Niştecihê welatê efsaneyan im

Bavê min çiya ye û

Dayika min mij e

Ez di saleke heyvkuştî

Di heyveke heftekuştî

Di rojeke saetkuştî de

Piştî şeveke bi bayê avis

Berbangekeke birîndar

Ji şefeqeke kesk

Wek tîrojeke bixwîn ketim xwarê û

Pêketim û bûme mûmek…

Şêrko Bêkes hertim ji dengê mirin û jibîrkirinê ditirsiya. Dixwest hertim karakterekî sereke yê jiyanê û ronahiyeke berdewam û teyisî ya jiyanê be. Wî pir helbest diafirandin, pir name dinivîsandin, di semîner û çalakiyên cuda cuda de beşdar dibû. Carekê li odeya wî di Dezgeha Serdem de, hevrêyekî nêzîkî wî jê re got: "Kekê Şêrko, tu vê pêlê pir dinivîsî, bi min baş e tu hinekî nivîsandinê kêm bikî." Şêrko bersiva wî da û got, rast e, lê ez kurê milet û neteweyekê me ku bîranîna xwîner û welatiyên gelê min pir qels û lawaz e û zû tiştan ji bîr dikin, ez pir dinivîsim da li paş min hinek ji van nivîsan bimînin, ez piştrast im eger ez kêm binivîsim wê tiştek nemîne!

Ev hesta psîkolojîk a helbestvanekî û tirsa wî ji jibîrkirinê, balkêş e. Dibe ku ev hesta wî li ba xwînerên wî berevajî be. Heke na çawa navê "Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Goran û Wefayî" û gelek navên din bi nemirî man, dê navê Şêrko jî bi eynî hawî bimîne û tucarî nayê jibîrkirin. Lê ev tirs û guman hertim mîna kabûsekê pê re bûn û wî timî pir dinivîsand da neyê jibîrkirin û ji ber çavan winda nebe.

Dema me bi hev re di Dezgeha Serdem de kar dikir, gelek caran nameyên biçûk ên Şêrko Bêkes ji min û hevkarên din re dihat. Sosret e! Şêrko bi qasî helbestê, ji nivîsandina nameyan jî hez dikir. Eger nameyên Şêrko ji helbestên wî ne zêdetir bin, ne kêmtir in jî. Nameyên destnivîs ên Şêrko li ba piraniya hevrêyên wî yên kevin û nû hene. Têkiliyên Şêrko bi kesayetiyên siyasî re jî hebûn û gelek name di qonaxên cuda yên jiyana xwe de ji siyasetvanên mezin ên Kurdistanê re şandine. Ev eşqa nivîsandina nameyan li ba vî helbestvanî pir ecêb û balkêş bû.

Beriya dora salekê ji koça dawî ya kekê Şêrko, sibehekê dema ez hatim dewamê, Hewraman, ew ciwanê ku di ofîsa wî de kar dikir, gazî min kir û got karê kekê Şêrko bi te heye. Ez çûm û wî çend nameyên xwe dane min ku di dema borî de û di qonaxên cuda yên jiyana xwe de ji hêla çend kesayetiyên navdar ên siyasî û wêjeyî yên Kurdistanê jê re hatibûn.

Got, wan ji min re skan bike û li ba xwe jî kopiyekê bihêle. Ew name yên kesayetiyên mîna Dr. Kemal Mezher, Ehmed Herdî, Xesrew Xal, Newşîrwan Mistefa û Dr. Kemal Fûad bûn. Min ew skan kirin û di CDiyekê de jê re birin. Min bi xwe jî name xwendin. Ji wê rojê ve ramana çapkirina "Nameyên Şêrko Bêkes" kete serê min. Min jê re got divê em van nameyan û nameyên ku te ji dost û hevalên xwe re hinartine, berhev bikin û çap bikin. Keniya û got dem pir maye, hîn zû ye, lê ramaneke baş e û emê li ser kar bikin.

Dema mirov li edebiyata nameyan a miletên cîhanê dinere, serweteke mezin a edebiyatê dibîne. Nemaze nameyên di navbera "Nivîskarê swêdî Strindberg û nivîskarê norwecî Henrik Ibsen" de ku di çend cildan de hatin weşandin. Yan nameyên navbera "Samuel Beckett û Harold Pinter", nameyên navbera "Anton Chekhov û Olga Knipper" de û gelek mînakên din jî di edebiyata nameyên wêjeyî yên miletan de hene. Lê mixabin Kurd di warê edebiyata namenivîsandinê de, pir hejar û lawaz in. Rast e çend nameyên Mewlana Xalid û Şêx Marifê Nodê û kekê Ehmedê Şêx û Şêx Mehmûd û Şêx Osmanê Biyare û Pîremêrd û Emîn Zekî Beg mane û parastî ne, lê pişka herî zêde ji wan nameyan winda bûne û jinav çûne.

Piştî mirina kekê Şêrko, ev raman li ba min geş bû û min dest bi berhevkirina nameyên wî kir. Niha jî ez mijûlî berhevkirina nameyên wî me. Niha cildê yekemîn hazir e û dê di meha bê de bê weşandin. Xwîner di vî cildê nameyan de, dikare bi rêya van nameyan bi hêsanî bîr û baweriyên Şêrko Bêkes derbarê helbest, siyaset, welat, azadî, afirandin, hevaltî, wefadarî û bîranînan de bixwîne.

Di cildê yekemîn ê nameyan de, hemû name wek xwe hatine danîn. Min destê xwe nedaye rênivîsa wan. Lê heta neyên xwendin, mirov nizane ew name şahesereke çiqasî mezin û bi tam û çêj in. Di dawiya pirtûkê de jî, çend nameyên biçûk, bi navê "Awêneyên Biçûk" hatine danîn ku nameyên kurt û rojane ne yên ku ji min û hinek hevkarên Dezgeha Serdemê re hinartibûn di dema karkirina me bi hev re li wê dezgehê.

Niha piştî xilasbûna cildê yekem ê wan nameyan, ez mijûlî amadekirina cildê duyem ên nameyan im. Ez hêvîdar im her kesek û her nivîskarekî ku nameyên Şêrko Bêkes li ba wî hebin, bila cildê duyem ê pirtûka me dewlemend bike û ji me re bihinêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst