Şaxa Egitim-Senê ya Êlihê pêşbirka helbestan li dar dixe

Afîşa pêşbirka helbestan / Wêne: Şaxa Egitim-Senê ya Êlihê

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Egitim-Senê ya Êlihê pêşbirka helbestan a duyemîn li dar dixe tîne.

Pêşbirk bi boneya Roja Zimanê Kurdî tê lidarxistin.

Pêşbirka îsal ji bo rûmet û rêzgirtina 50 saliya nivîskariya helbestvan Berken Bereh li ser navê wî tê lidarxistin.

Serlêdana pêşbirkê ji 10ê Adarê dest pê kiriye û dê heta 22ê Nîsanê bidome.

Komîteya jûriyê ya Pêşbirka Helbestan a Duyemîn a Şaxa Egitim-Senê ya Êlihê ji helbestvanên naskirî Fatma Savcî, Yehya Omerî, Nûroj Mûnzûr û Elîxan Loran pêk tê.

Şert û mercên pêşbirkê

Pêşbirk bi tenê bi Kurmancî ye.

Her kes dikare beşdarî vê pêşbirkê bibe lê belê, pêwîst e ku helbest berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbû û nehatibe weşandin.

Her wiha mafê sendîkayê heye ku helbestan wekî pirtûk çap bike.

Xelat dê bên dayîn

Di pêşbirkê de dê xelatên bên belavkirin.

Kesê yekem dê 10.000 TL yê duyem 7.500 TL û yê sêyem jî 5.000 TL wergire.

Her beşdarê ku dixwaze helbestên xwe bişîne, divê li gel helbestên xwe kurtejiyan, navnîşan, hejmara telefonê û nav û paşnavê xwe jî bi temamî ji malpera batmanegitimsen.org.tr re bişîne.

Encam dê 15ê Gualana 2025an bê eşkerkirin.