Îlam- Ji zarokan re helbestên kurdî hat çapkirin

Îlam (Rûdaw) – Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cara yekemîn ji zarokan re helbestên taybet hat çapkirin.

Helbestvanê kurd ê îlamî Meysem Xuranî ku wek “Rasan” tê naskirin, du helbest ji bo zarokên di temenê 7-10 salî de nivîsî û da çapkirin.

Meysem Xuranî di webloga xwe de gotiye, ev cara yekemîn e li Îlamê helbest ji bo zarokan tê gotin û çapkirin.

Xuranî da zanîn, ew helbest ku ji 12 rûpelan pêk hatiye û bi wêneyan hatiye nexşandin, ji aliyê saziya kulturî-edebî ya Bawe Jîre ve hatiye çapkirin.

Wêneyên helbestan ji aliyê jina bi navê Çiya Fethî ve hatine kişandin.

Navên wan helbestan ev in: “Korpe” (zarok) û “Ewr û Xor” (ewr û roj)