Li Wanê Pêşangeha Edebiyata Zarokan dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Wanê, Yekemîn Pêşangeha Edebiyata Zarokan dest pê kir.

Yekemîn Pêşangeha Edebiyata Zarokan li Pêşangeha Hunerê ya Ataturkê ya li navçeya Rêya Armûşê dest pê kir.

Parêzgarê Wanê Ozan Balci di merasima vekirinê de got ew girîngiyê didin çalakiyên ji bo zarokan tên kirin.

“Divê dema herî taybet ji bo xwendinê were veqetandin”

Ozan Balci diyar kir ku civakên ku xwendevanên wan ên zarok tunebin nikarin bibin xwedî xwendevanên mezin jî û wiha axivî:

"Beriya her tiştî divê zarokên me bibin xwendevanên baş. Xwendina pirtûkan ne karekî wisa ye ku di dema vala de bê kirin.

Divê dema herî taybet ji bo xwendinê were veqetandin. Ez girîngiyê didim xwendinê.

Ji bo ku zarokên me xwendinê hez bikin, em pirtûkxaneyan ava dikin, çalakiyan li dar dixin û pirtûkan dikirin."

Li 300 dibistanan pirtûkxane hatine avakirin

Balci da zanîn ku li 300 dibistanan pirtûkxane hatine avakirin û wiha domand

"Me 3 milyon û 500 hezar pirtûk li pirtûkxaneyên xwe zêde kir. Li 11 navçeyên me pirtûkxaneyên dergûşan û zarokan hatin avakirin.

Me li Artemêtê pirtûxaneyek ava kir. Li navenda bajêr jî me temelê pirtûkxaneyeke gel û ya zarokan avêt."

Nûnerê Wanê yê Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê û Serokê Komeleya Nivîskar û Helbestvanan a Wanê Zekî Taştan jî spasiya kesên ku keda wan di lidarxistina pêşangehê de heye kir.

Pêşangeh dê heta 6ê Adarê vekirî bimîne û ji gelek bajaran nivîskar dê beşdarî pêşangehê bibin.