Mem Ararat hişyarî da partiyên siyasî

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Mem Ararat ji bo ku stranên wî ji bo propagandaya siyasî bi kar neyînin hişyarî da partiyên siyasî.

Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek da.

Hunermend Mem Ararat li ser bikaranîna stranên wî ji bo propagandayên siyasî yên hilbijartinan anî ziman:

“Van demên dawîn em lê hay dibin ku stranên me ji hêla hin partiyên siyasî ve wek muzîka propagandayê tên bikaranîn.

Divê bê zanîn ku bikaranîna muzîkan bêyî haya me û bêyî destûra me ye.

Lewma jî em hêvîdar in ku ev daxuyanî bibe hişyarî, lewre em naxwazin stranên me wekî malzemeya propagandayên siyasî were bikaranîn.”

Ji hilbijartinên şaredariyan ên ku dê 31ê Adarê werin kirin re 27 roj man.

Partiyên siyasî ji bo ku propagandaya xwe bikin ji xwe re stranên taybet didin çêkirin lê carinan stranên hunermend û stranbêjan jî bi kar tînin.

Mem Ararat kî ye?

Mem Ararat sala 1981ê li gundê Girkê Şêxê yê Dêrika bajarê Mêrdînê ji dayik bûye.

Hunermendê Kurd heta niha ji xeynî “Quling, Ewr û Baran”, “Kurdîka” sala 2016an, “Xewna Bajarekî” sala 2018an, “Niştiman” sala 2019an û “Pesnê Evînê” ya ku sala 2019an belav kiribû 5 album derxistine.

Mam Ararat ji bo çend stranên xwe yên wekî “Payîz”, “Zozan”, “Xatirxwestin”, “Çîçekê”, “Ji Êvareka Amedê”, “Evîna Du Çiya” û “Dilo Ez Bimrim” klîp jî girtine.