Fîlmeke li ser Dayikên Şemiyê dê li Hewlêrê were nîşandan

04-02-2024
Pesar Fayiq
Nîşan In The Blind Spot Dayikên Şemiyê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma derhêner Ayşe Polatê ya bi navê “In The Blind Spot-Li Xalê Kor” dê li Hewlêrê were nîşandan.

Fîlma “In The Blind Spot-Li Xalê Kor” roja çarşemê demjimêr 19:00an dê ji aliyê Enstîtuya Goetheyê ve li Sînemaya Empireyê were nîşandan ku wê enstîtuyê berî niha jî çend fîlmên Kurdî li Hewlêrê nîşan dabûn.

Fîlm ji aliyê Mehmet Aktaş ve hatiye çêkirin û 19ê Sibata 2023yan di 73yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de jî hat nîşandan.

Fîlm bi rêya dayikeke Şemiyê, çîroka tîmeke Alman vedibêje ku dixwaze li ser jiyana parêzerê mafên mirovan Azîz Çapkurt belgefîlmekê çêbike.

Fîlm di dema Koronayê de li Qers û Bazîdê yên Bakurê Kurdistanê hatiye girtin, Mîtos Fîlm berhemhênerê sereke ye, Punkt û kanaleke Almanî hevkar in û Art Hood Entertainment jî weşanger e.

Dayikên Şemiyê bi salan e li parêzgehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyan li dar dixin û daxwaz dikin ku aqûbeta xizmên wan ên ku hatine kuştin were eşkerekirin û kujer bên cezakirin.

Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan, ji salên 80yî ve nêzîkî 7 hezar “kuştinên kiryarê wan nediyar” hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst