Fîlma berdewamiya Gladyator piştî 24 salan dê têkeve sînemayan

Hewlêr (Rûdaw) - Berdewamiya fîlma "Gladyator" a di sala 2000î de bi derhêneriya Ridley Scott hatibû kişandin û aktorê Awistiralyayî Rusell Crowe di rola sereke de dileyîst dê sala pêş me têkeve vîzyonê.

Kompaniya produksiyonê Paramount Picturesê ragihand ku tê plankirin berdewamiya fîlmê di 22yê Mijdara 2024an de bê weşandin. Hat ragihandin ji bo rola sereke bi aktor Paul Mescal re hevdîtin tên kirin.

Senaryoya fîlmê par qediya, lê hêj navê fîlmê diyar nîne û di fîlma berdewamiyê de dê qala geşedanên piştî mirina "General Maksîmus" pêk hatine bê kirin.

Fîlma Gladyator di sala 2000î de ketibû vîzyonê û li çar aliyê dinyayê ji fîlmê bi giştî 460 milyon dolarî dahat hatibû.