Li Qamişloyê çar peyker ji bo çar navdarên Kurd

Hewlêr (Rûdaw) – Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê peykerên helbestvan û nivîskarên navdar ên Kurd, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Osman Sebrî û Mûsa Enter li Baxçeyê Xwendinê hatin danîn.

 

Roja 1ê Sibata 2019an Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di bin navê "Bi xwendinê civak nû dibe" de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo "Baxçeyê Xwendinê" vekir.

 

Baxçeyê Xwendinê ji aliyê helbestvan û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo ve hat vekirin, piştre perde ji ser çar peykerên li nav baxçeyê hat rakirin ku peykerên her çar helbestvan û nivîskarên navdar ên Kurd Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Osman Sebrî û Mûsa Enter hatine danîn.

 

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di daxuyaniya vekirina Baxçeyê Xwendinê de ragihand: “Armanca vekirina vî baxçeyî ew e ku xwendina di nav ciwanan de pêş bixin û hezkirina xwendinê di nav civakê de zêde bibe.”

 

Li nav Baxçeyê Xwendinê pirtûkxaneyeke mezin heye ku çendîn pirtûkên cur bi cur ên bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Tirkî têde ne.