Mala Dengbêjan ji qayûmê ditirse

Amed (Rûdaw) – Piştî ku qayûm hate ser Şaredariya Amedê li cem endamên Mala Dengbêjan nîgeranî peyda bû, gelo qayyûm dê Mala Dengbêjan jî bigire an na.


Mala Dengbêjana Amedê ku di beriya 10 sal berê vebibû bi 23 endamên xwe hîn jî mazûvantiya mêvanên xwe dike, çi ji Kurdistanê û çi ji dervayî welat, bi hezaran kes heta îro jî serdana vî qonaxa qedîm dikin; lê bi bicîhkirina qayyûmê ser şaredariya Amedê hindek gotegot dengbêjan nîgeran dike, ka gelo dê Mala Dengbêjan bi deste Qayyûm were girtin an na?


Dengbêj Elîcanê Pasûrî heta niha di nav koçk û dîwanxaneyê maqûlan de bû; lê niha maleke wî heye,ew sibê çawa çavên xwe ji xewa şîrîn vedike yek ser tê Mala Dengbêjan a nav Sûra Amedê.


Wek hergav jûra dengbêjan bi dengbêj û hunerhezan tijî ye, keç xort û pîremêr her kes guh didin van stranên ku bûne wesîqeyên dîrok û zargotina Kurdî.


 Endamê Mala Dengbêjan a Amedê Dengbêj Elîcan ji Rûdawê re wiha got: “Mala Dengbêjan li Amedê vebûye, em liv ir li hev dicivin kilaman dibêjin, piştî ku em mirin nifşên pê me re hat em hêvîdar in ku xwedî li vê çandê derkevin.”


Avahiya Mamal Dengbêjan 10 sal berê ji aliyê Şaredariya Amedê ve wek Mala Dengbêjan hate vekirin ji her deverên Kurdistanê dengbêj endamê vê derê ne. Mistefayê Botî jî wek nûnerê Botan endamê Mala Dengbêjan a Amedê ye.


Endamê Mala Dengbêjanê Amedê Mistefayê Botî jî got: “Ez ji Mala Dengbêjan ferî gelek tiştan bûm û di çavê min de ev der wek zankoyê ye.”


Di heyamên “pêvajoya aşîtiyê” de heftane 3 hezar kes dihatana serdana Mala Dengbêjan, her çend niha ev rêje kêm bûbe jî lê dîsa mêvan ji Mala Dengbêjan kêm nabin û herwiha kesên dibin mêvan ne tenê Kurd in.


Geştyar Ahmet Trabzonlu jî anî ziman: “Li vî welatî em hemû bira ne, çi Tirk, çi Kurd divê herkes li ser koka xwe bijî. Ez wek Tirkek wiha difikirim. Dengbêjiyê pir bala min kişand.”


Piştî ku qayûm hate ser Şaredariya Amedê din av dengbêjan de nîgeranî peyda bû, gelo dê Qayûm Mala Dengbêjan jî bigire an na, her çend ji aliyê berpirsyarên şaredariyê ve hate diyarkirin ku dê ev xizmetguzarî berdewam bike jî dengbêj ji rêvebiriya nû daxwaz dikin ku dest nedine Mala Dengbêjan.


Mala Dengbêjan di 2007an de dema Osman Baydemîr serokê Şaredariyê bû  hate vekirin niha bi 23 endamên xwe li nav Taxa Sûra Amedê ye, çend rêvebirên wê piştî qayyûm ji kar hatin dûrxistin lê niha Mala Dengbêjan xebatên xwe didomîne.