Kurdên li Îzmîrê çanda dengbêjiyê parastine
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê zêdetir ji milyonek û 500 hezar Kurd lê dijîn. Bajarê Îzmîrê ku dikeve ser deryaya Egeyê, nêzîkî 100 sal e Kurdên Bakurê Kurdistanê lê bicîh bûne. Li wî bajarî hinek taxên ku nêzîkî %90ê Kurd hene. Li wan taxan, Kurd bi çanda xwe dijîn. Weke mînak, tenûrên Kurdî çêdikin. Dengbêjiya Kurdî jî li wan taxên Kurdan heye û kilamên Kurdî têne gotin.
Tîmeke Rûdawê çû Îzmîrê û bû mêvanê yek ji taxên Îzmîrê ku piraniya wan Kurd in.
Bajarê Îzmîrê bo Kurdan welatê xerîbiyê ye û bajareke dûrî Kurdistanê ye. Lê dengê resen ê Kurdî her lê bilind dibe. Bajareke nêzîkî 1500 kîlometreyan ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr e ku dikeve ser deryaya Egeyê.
Bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê ku hejmara wê ya giştî nêzîkî 6 milyonan e, nêzîkî milyonek û 500 hezar Kurd lê dijîn. Tevî ku nêzîkî 100 sal e Kurd çûne wî bajarî, dest ji çanda xwe berneda ne. Kurdên li Îzmîrê bi berhemên xwe û çanda xwe têne naskirin. Kurd li Îzmîrê tenûrên Kurdî çêdikin û sûdeke mezin jî digihînin aboriya wî bajarî.
Ji salên 1930an ve, ango piştî serhildana Agiriyê hejmareke zêde ya xelkê Serhedê çûne wî bajarî. Beşek ji wan jî piştî şewitandina gundên wan a di salên 90î de koçber bûne. Lê dengbêjî jî weke hêmana sereke ya jiyana wan maye.
Dengbêj Qasim û Dengbêj Hisên Çat ji navçeyên Zedkan û navenda Agiriyê ne. Tevî temeneke zêde jî, bi dengeke xweş kilaman dibêjin.
Li wan bajarên dûr, Kurd li cem hev disekinin û pişta xwe didin hevdu. Li navçeya Basmane ya Konaka Îzmîrê, Rûdaw bû mêvanê xelkê wê taxê û li gel vexwarina çayeke germ, dîwana xwe bi kilamên Kurdî xemilandin.
Ji Mêrdîn, Amed, Qers, Agirî û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê Kurd li navçeyên Qedîfeqale ango Mêrdîna Biçûk, Şemikler ango Ameda Biçûk, Yamanlar, Karabaglar, Çamkule, Osmangazî, Basmane û Merkezê bicîh bûne ku gora dengbêjê navdar Şakiro ku weke Şahê Dengbêjan jî tê naskirin, li goristana taxa Merkezê ya Îzmîrê hatiye veşartin.
Kurdên ku di destpêkê de bi tirs diçûn wan bajarên mezin, niha bûne pêkhateyeke girîng a wan bajaran. Piraniya wan jî dibêjin, li gel zêdebûna hejmara Kurdan, divê çanda wan jî bê parastin. Da ku hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê nebin. Ango hem ji welat û hem jî ji çanda xwe bêpar nebin.