Li Amûdê semînereke kulturî hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Azadî ya Kurdistanî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê semînarek di derbarê rola rewşenbîran de semînarek li dar xist.

Di semînarê de, axaftin û gotûbêj li ser rola rewşenbîran hatin kirin.

Hejmarek kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, helbestvan û muzîkjen beşdarî semînarê bûn.

Li gel semînarê hin helbestvanan helbestên xwe li pêş beşdaran xwendin.

Herwiha muzîk û awazên Kurdî ji aliyê hin muzîkjenan ve hatin pêşkêşkirin.