Pirtûka li ser jiyana Şêx Evdirehîm ji Nûbiharê derket: ‘Şêxê Biçûk, Şêrê Çiyayên Pîranê’

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka “Şêxê Biçûk, Şêrê Çiyayên Pîranê” a ku nivîskar Mihemed Seîd Temel a li ser jiyana birayê Şêx Seîd ê biçûk Şêx Evdirehîm ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Nivîskar Mihemed Seîd Temel bi taybetî li herêma Pîran û Bismilê li cihên ku Şêx Evdirehîm xebata xwe ya azadiyê meşandiye 3 salan li pey zanyariyan geriya û ew pirtûk nivîsand.

Nivîskar Mihemed Seîd Temel li ser pirtûka xwe ji Rûdawê re axivî û got:

“Ez ji bo nivîsandina vê pirtûkê 3 salan xebitîm. Ez berî ku wefat bike bi kurê Şêx Evdirehîm, Şêx Fewzî re axivîm.

Ez bi neviyê wî yê li Amedê re jî axivîm. Min di vê pirtûkê de jiyan, şerê gerîlatiyê û tekoşîna Şêx Evdirehîm nivîsiye.”

Pirtûka ku ji 224 rûpelan pêk tê ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Li ser bergê pirtûkê wiha hatiye nivîsandin:

“Dema serhildana Şêx Seîd têk çû, her kesî ji xwe re got, Kurd êdî qediyan. Di demeke wisa teng de Şêx Evdirehîm li çiyayên Kurdistanê seranser, ji Xarpêtê hetanî çiyayê Botanê xwe bi rêxistin kir, tekoşîneke berfireh çêbû.

Tekoşîna Şêx Evdirehîm jî wek ya birayê wî Şêx Seîd rûbirûyê xiyaneta hinek eşîr û şêxên Kurdan bû. Şêx Evdirehîm ji malbatê, ji heft birayan ê piçûk bû, kesekî gelekî oldar bû.

Şêx gelekî zana û pêşiya xwe baş didît, gelekî xweşmêr û comerd bû. Xwedî stratejiyeke bêhempa bû, nava neyarê xwe dixwend, tekiliyên wî bi gel re baş bûn, di dema herî teng de jî bêhêvî nedibû, yên bi xwe re gelekî xweş motîve dikir. Ji mirinê qet neditirsiya.

Daîm digot ey zarokên Cengîz! Vêya baş bizanibin hûn ê karibin bi fîşek û bombeyan Şêx Evdirehîm bikujin lê ez wê rê nadim we ku hûn kelepçe li destê Şêx bidin, ji serê xwe derxin ku hûn benik têxin qirika Şêx Evdirehîm.”

Mihemed Seîd Temel kî ye?

Mihemed Seîd Temel sala 1952an li bajarê Êlihê li gundê Tilmercê ji dayik bûye. Di navbera salên 1965 û 1970ê de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine.

Di salên 1975 û 1998an de karmendê hikûmî bûye. Niha li bajarê Êlihê dijî û wek Serokê Komeleya Ehmedê Xanî karên çandî dike.

Pirtûkên Mihemed Seîd Temel:

Reşokê Dirêj (2014); Zargotin û çîrokên herêmê.

Tehtên Bilind (2014); Romana serpêhatiyeke herêmî ye.

Eşîra Reşkotan (2016); Derbarê eşîrê de ye.

Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); Romaneke dîrokî ye.

Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); Romaneke dîrokî ye.

Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); Romaneke dîrokî ye.

Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); Romaneke dîrokî ye.

Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); Romaneke dîrokî ye.