'Bîraxane' di beşa pêşbirkê ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de beşdar e

Hewlêr (Rûdaw) - 'Bîraxane' fîlmeke Kurdî ye ku ji aliyê derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Bîlal Korkut ve hatiye çêkirin û beşdarî beşa pêşbirkê ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dibe.

Yekem nîşandana 'Bîraxane' ya bi derhêneriya Bîlal Korkut di 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de êvara îro Şemiyê 3ê Berfanbara 2022an dê li Hola Konferansê ya Zankoya Duhokê be û derhêner û beşeke lîstikvanên fîlmê dê li festîvalê amade bin.

Di fîlmê de lîstikvan û derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Husên Hesen, ji Bakurê Kurdistanê Hilmî Demîrer, Kemal Ulusoy û Yavuz Akkuzu dilîzin.

Di beşa pêşbirka fîlmên Kurdî ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de 6 fîlmên Kurdî yên ji parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt hevrikiyê dikin.

Mêvanê bultena hunerî ya îro ya Rûdawê derhênerê fîlma Bîraxaneyê Bîlal Korkut beşdar bû û behsa çîroka fîlma xwe û beşdariya xwe ya festîvalê kir.

Bîlal Korkut kêfxweşî û şanaziya xwe anî ziman ku yekem car e fîlma wî li Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê hatiye nîşandan. Bîlal Korkut diyar kir ku beşeke çîroka fîlmê bi jiyana xwe ya rast ve girêdayî ye lê bêhtir ji helbesteke helbestvanê Kurd Arjen Arî sûd wergirtiye.

Bîlal Korkut destnîşan kir ku ew sala borî jî li Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bû û lîstikvan Husên Hesen li wir nas kir û jê xwest ku di fîlma wî de rolekê bilîze û diyar kir ku festîvalên fîlman ji bo avakirina peywendiyan di navbera fîlmçêkeran de girîng in ji ber ku her di dema festîvalê de ew li ser projeyên xwe, kar dikin.

Korkut diyar kir ku tu cudahî di navbera hunermendên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava de nîne ji ber ku hemû Kurd in, bi Kurdî diaxivin û lîstikvanên baş hene.

Korkut her wiha anî ziman ku wî berê jî çend kurte-fîlm berhem anîne û 'Bîraxane' yekem fîlma wî ya dirêj e û ew niha xwe ji bo filmeke din a dirêj amade dike ku karekî dîrokî ye û di salên 1900an de derbas dibe.

Festîvala Fîlman a Duhokê roja Pêncşemê 1ê Berfanbara 2022an bi fîlma "Bûka Barane" dest pê kir û dê heta meha 8ê Berfanbarê berdewam bike.