Bakurê Kurdistanê bi 14 fîlmên kurt û dirêj li 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ye

03-12-2022
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Bakurê Kurdistanê bi 14 fîlmên kurt û dirêj li 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ye
Bakurê Kurdistanê bi 14 fîlmên kurt û dirêj li 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ye
Nîşan Bakurê Kurdistanê 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Bakurê Kurdistanê bi 14 fîlman di 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de beşdar in, di nava wan de fîlmên kurt, dirêj û belgefîlim jî hene. Her wiha di festîvalê de 3 fîlmên Tirkî jî beşdar in. Berdevkê 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dibêje ku fîlmên Bakurê Kurdistanê asteke bilind nîşan dane û  her sal beşdariyeke xurt tevlî festîvalê dibin.

Lîstikvan û derhênerên fîlmeke Kurdî ne ji Bakurê Kurdistanê ku beşdarî 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bûne, ew bi fîlmeke 60 xulekî beşdarî pêşbirkên xelatan dibin.

Lîstikvan Gulbîn Bozan anî ziman, “Çîroka wî çîroka jinê ye, berxwedana jinê ye lê derhêner dema çîroka wê nivîsî wek çîrokeke efsaneyî, dagerkeriya mêran dixwaze nîşan bide di vê fîlmê de, ez kêfxweş im ku ji Bakurê Kurdistanê beşdarî vê fîlmê bûm, kêfxweş im li Başûrê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûm, hêviya min ew e li çar aliyên Kurdistanê festîvalên bi vî rengî hebin û em tevlî bibin.”

Hebûna Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê ji bo beşeke beşdaran dibe deriyê nêzîkbûna bîr û rayan ji bo berhemanîna karên zêdetir.

Wênegirê Sînemayî Semîr Yildizer got, “Bi rastî festîval çend zêde bin, li bajêrê din hebin, wekî marketingê hemû sînemakar dihêne cem hev, ji Başûr, Bakur, Rojhelat, Rojava.”

Kurdên Bakurê Kurdistanê bi 14 kurtefîlm û fîlmên dirêj û belgefîlm beşdar bûne ku çîrokên wan li ser mijarên cuda cuda ne, tevî sê fîlmên Tirkî.

Berdevkê Festîvala Sînemayê ya Duhokê Mesûd Arif li ser beşdariya sînemagerên Bakurê Kurdistanê got, “Kurdên Bakurê Kurdistanê xwedî tevgereke xurt in li festîvala fîlman, hem di nav komîsyona hilbijartina fîlman de ne, filmên wan di asteke bilind de têne çêkirin, fîlmên curbicur in, hewl û tevgereke gelekî baş e tevî qeyranên madî û nebûna derfetên berfireh li ber destê wan lê dîsa jî di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de cihekî girîng digirin.”

Di 9êmîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê, di navbera 1 heta 8ê Berfanbarê li bajêrê Duhokê berdewam dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst