Romaneke Ferhad Pîrbal li Îranê hat qedexekirin

03-12-2018
RÛDAW
Nîşan Roman Ferhad Pîrbal Hotel Europe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Romana Ferhad Pîrbal, Hotel Ewropa li Îranê hat qedexekirin ku sansur li ser hatiye kirin û rê nehatiye dayîn ku bi Farisî were belavkirin.

 

Ferhad Pîrbal li ser qedexekirina pirtûka wî ya Hotel Ewropa, ji Rûdawê re ragihand: “Romana Hotel Ewropa piştî ku ji wergêrekî ve bo Farisî hat wergerandin, li Îranê sansur li ser hat kirin û çapkirin û belavkirina wê hat qedexekirin.”

 

Pîrbal diyar kir, ji ber ku romana Hotel Ewropa behsa melayekî Şîe yê Îranî yê li Parîsê dike, diyar e karektera mela li cem Îranê guncaw nebû, lewma nehiştin bi zimanê Farisî were çapkirin û belavkirin.

 

Ferhad Pîrbal dibêje, piştî ku pirtûka wî li Îranê hat qedexekirin, çend wergêran soz dane ku li Swêdê bikin Farisî û li wir belav bikin.

 

Herwiha got ku di demeke nêz de serdana Fransayê dike, ji ber ku li Parîsê navendeke diyar a çap û weşanê, soza çapkirina pirtûkeke wî daye û wî jî ji bo çapkirinê, pirtûka Hotel Ewropayê destnîşan kiriye daku bo zimanê Fransî were wergerandin.

 

Hêjayî gotinê ye ku pirtûka Hotel Ewropa ya Ferhad Pîrbal, bo zaravayê Kurmancî hatiye wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Avesta ve hatiye çapkirin û belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst