Merwan Hemexurşîd: Partiyên îslamî giringî nadin hunera olî

03-12-2016
Piştwan Cemal
Nîşan Hunermend Yekgirtû Merwan Hemexurşîd
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Merwan Hemexurşîd ev 20 sal in stranên ayînî distirê lê giliyê li partiyên îslamî dike ku  giringiyê nadin hunera olî û dibêje, “Hunera ayînî qet ji gotarên mamostayên olî ne kêmtir e.”

 

Merwan Hemexurşîd, ku 38 salî ye û li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Wî di destpêkê de bi hunerên şêwekarî û şano dest bi karê hunerî kiriye lê di dema dibistana amadeyiyê de biryar daye ku stranên ayînî û olî bêje.

 

Merwan niha mamosta ye û xwediyê şîrketekî reklamê ye, heta niha 3 albûmên stranên aynînî belav kiriye û herwiha çend stranên wî yên taybet jî hene. Di vê hevpeyvînê de hunermendê ayînî ji Rûdawê re behsa kar û jiyana xwe dike.

 

Ji ber çi te stranên ayînî hilbijart?

 

Ev yek bi bandora malbata min ve girêdayî ye. Di sala 1993ê de pêwendiya min lgel Komeleya Nivîskarên Îslamî ya Kurdistanê hebû. Wê demê govara Peyama Rast derdixistin. Min ji bo govarê wêne çêdikir. Komekî wan ê sirûdan hebû ku min ligel wan jî kar dikir. Di sala 1995ê de yekemîn berhemê min ê bi navê “Şeva Qadir” li televîzyona Gelê Kurdistanê hate weşandin. Di sala 1998ê de yekemîn kaseta min hate belavkirin. Di heman sale de min weke yekemîn hunermendê ayînî, li bajarê Silêmaniyê konserek saz kir.

 

Albûma te ya nû amade ye, dikarî behsa vê albûmê bikî?

 

Navê albûma min a nû “Bismillah” e û ji 12 trktan pêk tê. Karê albûmê li Tirkiyê û ji aliyê baştirîn mûzîsyenên vî welatî ve hatiye hatiye amadekirin. Ez vê berhemê weke berhema xwe ya herî giring dibînim.  Ez dixwazim vê berhema xwe bi li Kurdistan û derveyî welat jî bidim nasîn. Li Tirkiyê bawer nedikirin ku di vê astê de hunermendekî kurd stranên ayînî bêje. Ji ber vê yekê min xwest asta kalîteyê di warê deng û mûzikê de baş be.

 

Hêdî hêdî stranên ayînî xwe didin paş, sedemên vê yekê çi ne?

 

Belê xwe paşde vedikişînin. Çend sedemên vê yekê hene; Wezareta Rewşenbîrî ti giringiyekê nade stranên ayînî. Pêwîstiya hunerê bi medyayê heye. Mixabin, tenê di meha Remezanê de stranên ayînî tê bîra medyaya kurdî. Beşek mezin jî sedem helwesta partiyên îslamî ye. Ji ber ku ew karên hûnerî weke karekî zne giring dibînin. Weke karekî peyamdar, karekî giring ê rêxistinê nabînin. Ez di wê baweriyê de me, ku stranên ayînî qet ji gotarên mamostayên olî ne kêmtir e.

 

Beriya niha endamê Partiya Yekgûrtûya Îslamî bûyî, niha jî pêwendiyên te li gel partiyê hene?

 

Ez hunermend in û hunermend jî mûlkê gel e. Weke hizrî jî pêwendiyên min ligel Yekgirtû yan jî Komela Îslamî ve henbe, ew şexsê min eleqeder dike. Eger Yekgirtû jî bim, min wisa bizanin. Ji ber ku ji bo min şanazî ye û ez di nav Yekgirtû de fêrî rewiştê bilind bûm. Hemû demê jî pêwendiyên min ligel Yekgirtû hebûye.

 

Ji ber çi hunermendên din ji Yekgirtû dûr ketin?

 

Me giliyên xwe ji serkirdetiya Yekgirtûya Îslamî kirine, ku ti giringiyekê nadin karên hunerî. Berawirdê partiyên din ên îslamî, Yekgirtû di warê medyayî û hunerî de bi bandortir e. Divê ji bo hunermendan projeyên mezintir amade bike. Min bi xwe çend salan xizmeta wan kiriye û gotin û awaza sirûda wan jî min bixwe çêkiriye. Min dixwest hinek alîkariyê bidin min da ku pêwîstiya min nemîne ji jib obara jiyana xwe şîrketekî reklamê vekim. Min dixwest tenê xizmeta hunera olî bikim. Ne tenê Yekgirtû, hemû partiyên îslamî hunera olî piştguh kirine. Ji ber vê yekê hunermendên ayînî ji wan dûr dikevin.

 

Dibêjin ne bi daxwaza te jî be di hemû boneyên Yekgirtû de amade dibî?

 

Mixabin, tenê di dema boneyan an jî hilbijartinana de ez têmê bîra Yekgirtû. Ez şanazî dikim ku xelkê handidim bo projeyên îslamî. Lê ez bi neçarî beşdar nebûme, herçend rexne jî bikim, herweke ku di nav malbatekê de bim. Lê divê di dema pêwîst de pişta me bê girtin, ez wan pişgirê xwe dizanim.

 

Hefteya borî li Hewlêrê mamostayekî olî û endamekî Yekgirtû Dr. Wuşyar Îsmaîl hate kuştin. Tu dê ji bo bîranîna wî berhemekî amade bikî?

 

Hez dikim ji bo hemû şehîdan sirûdekê bêjim. Di projeyên min de heye. Ji bilî xweda, pêxemberê wî û çar xelîfeyên peyama mirovahiyê, ji bo şexsan stranan nabêjim.

 

Dibêjin kesekî pir dilnazikî û dema yek karekî te bi rêve nebe, dilê te dişkê?

 

Belê rast e, pir hestyar im. Piraniya hunermendan wiha dilnazik in. dema min divê peyamekî bigihînim beramberê xwe, divê bi hest û soz bêjim.

 

Mirina dayika te çi bandor li jiyana te kir?

 

Dayika min gelek hogirê min bû û wefata wê ji bo min pir giran bû. Piştî wê min dest ji wergirtina hinek rengên cilan jî berda. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst