Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê balê dikişîne ser mijarên cuda

03-11-2024
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê Chicago
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê li ser mijarên cuda yên bi Kurdan re pêwendîdar disekine.

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê ku ji aliyê Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê ve tê lidarxistin duh dest pê kir.

Fîlm li Sînemaya Damenê ya Zanîngega Loyolayê ya Chicagoyê tên nîşandan.

Mijara festîvalê dîrok, nakokî, kevneşopî û her wiha pirsgirêkên hevdem ên Kurdan e.

Di festîvalê de fîlmên dirêj, fîlmên kurt û belgefîlmên çêker û derhênerên Kurd ên ku li Diyasporayê û Kurdistanê dijîn tên nîşandan.

Festîval dê îro biqede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst