Belgefîlma Daristana Helbestê: Şêrko Bêkes
Belgefîlma li ser jiyana helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes hat belavkirin.
Belgefîlma “Daristana Helbestê” a li ser jiyana helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye çêkirin, li ser Medyaya Dijîtal a Rûdawê bi zaravayên Kurmancî û Soranî hat belavkirin û herwiha jêrnivîsa Tirkî, Îngilîzî û Erebî jê re hatiye amadekirin.
Sîrwan Rehîm derhêneriya wê kiriye û sûd ji arşîva Dorothea Keist û Ebbad Ebdulrezak wergirtiye. Herwiha Kawa Kafroş alîkarê derhêner bûye û montaj jî ji aliyê Şikar Kemal hate kirin.
Belgefîlm cara ewil, roja Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an bi amadebûna rewşenbîr û helbestvanan li Silêmanî ya Herêma Kurdistanê hat nîşandan.
Di belgefîlma ku nêzîkî 52 deqeyan e vegotinên Şêrko Bêkes û dayika wî jî cih digirin. Di belgefîlmê de Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, hunermend Kanî, rojnamevan nivîskar Fener Rojbeyanî, rojnamevan û nivîskara Îtalî Laura Schrader, weşangerê Swîsreyî Lucien Leitess û nivîskar Mesud Mihmed behsa Şêrko Bêkes dikin.
Şêrko Bêkes di 4ê Tebaxa 2013an de koça dawî kir û li pey xwe gelek helbestan hiştin. Hevpeyvîna dawî ya Şêrko Bêkes bi Rûdawê bûye. Şêrko Bêkes ji wan yek helbestvanan e ku dê her tim di wêjeya kurdî de behsa wî bê kirin.
Naveroka belgefîlmê wiha ye:
Daristana Helbestê
Şêrko Bêkes 1940-2013
Şêrko Bêkes: Ez di 02.05.1940î de, di germahiya şerê cîhanî de ji dayik bûm. Li Taxa Goyje - Gawiran. Cîranên me bi piranî xiristiyan bûn. Cemîle xan, dayika Nûrî Metî, pîrika min bû. Piştî zayîna min, ew jin bi kulmek komir wêneyê xaçekê li ser eniya min çêdike. Yên derdorê jê dipirsin: Ev çi ye? Dibêje: Ev ji bo pîrozî û zîrekiyê ye. Ez bextewer im ku jineke xiristiyan pîrika min bû, çimkî ev nîşana tifaqî û hevjiyanê ye, tew heke ya olî be jî, ya du olan e ku bi hev re li heman deverê ji bo yekîtî, aştî û hezkirinê.
Şêrko Bêkes:
Helbesta Mak
Li nav vê deviya himbiz
Min got: Tenê darek hebe û bedew be û
Stêrê bavêje paşerojê, ew ez im!
(Ji wê rojê ve
şerê daristanê vêket!)
Li nav van şax û çiyayan
Min got: Çiyayekê yekane û serkeş hebe,
Yekane gumbeta ku roja heqiyê jê hilbe,
ew ez im!
(Ji hingê ve
Şerê çiyayan vêket!)
Li nav vî keriyê hespan
Min got: Hespekî yekane û resen hebe
Hîrehîrek jî ku qet nemire, ew ez im!
(Ji hingê ve
Şerê hespan vêket!)
Wer naxuye ev xwîn bivemirin
Heya roja ku ez li nav sermayê
Rastiyekê vênexim:
Ku ez tu carî ne hemû bedewî û reng im!
Ku ez tu carî ne hemû roj û şewq im!
Ku ez tu carî ne hemû hesp û hîrehîr im!
Laura Shrader: Ji dema ku min Şêrko Bêkes nas kiriye, helbestên wî li ba min giring in. Ev ne tenê ji bo min wisa ye, ango helbestên wî ne bi dilê min tenê ne. Di nirxandina min ji bo berhemên Şêrko Bêkes de; ez wî bi Neruda, Garcia Lorka, Elimi Wîkîson, Eugenio Montale re, ango, ez wî bi helbestvanên din re didim ber hev. Ez bêtir helbestvanên rojavayî nas dikim. Bi rastî ez Şêrko bi hozanvanên astbilind ên cîhanê re ku min helbestên wan nas kiriye, didim ber hev.
Osman Baydemir: Heya ku Kurd û Kurdistan hebin, heya ku helbest bê xwendin û temaşekirin, dê her şopa destê Şêrko Bêkes were dîtin û naskirin.
Lucien Lihtsis: Pênase yan têgeha wêjeya cîhanî ne têkildarî erdnîgariyê ye. Mijar ne têkildarî wê yekê ye ka kê û ji kîjan quncika dinyayê tê û wêjeya cîhanî dinivîse. Gelek mînak hene carna aqilê meriv bawer nake, wêjeya cîhanî heye li Londonê ji dayik bûye. Heye li Çokorova, mînaka Yaşar Kemal. Li Kolombya Makundo yan helbestvanek li Şîlî bi navê Pablo Neruda, her wisa li Silêmaniyê helbestvanek heye, helbestvanekî mezin navê wî Şêrko Bêkes e.
Kanî:
Bilûra ku em bi lêvên bê ve dibînin
Ew hizira badayî ya eşqa min e û
janek qul qulî kiriye
li dewsa min,
Ji ber ku ez bi xwe nizanim
Ez nizanim li bilûrê bidim
Ba dizane
Ew dijene .. Ew dijene
Şêrko Bêkes yan xaça helbest lêaliyayî.. Di şahesera "Xaç, Mar û Rojjimêra Helbestvanekî de", dabaşa zaroktiya xwe dike ku:
Zarokek bû xewnên daristanê dixwend..bêhna tîrêjê bi çav kiriye..guhdariya ziringiya karwanê rengên xwezayê kiriye..
Zarokekî têrtijeyê hêza xeyalê bû, hêzek tev li efsûn û bedewîdîtinê..
Wî "çûyîna gir, çiya û darberrûyan dîtibû".. hevdem guhdariya "qîrîna gol, stêrk û axê jî kiriye". Hinavê stêrê dîtiye, periyên Yezdanî dîtiye.. Wî "bi tazîtî, şilfîtazî, nehênî dîtiye"..
Ev helbestvan di zaroktiya xwe de bi heyvê re lîstiye û destê xwe bi heyveronên wê ve aniye..
Ax ezman; çi zaroktiyeke mişt û tije xeyal bû!
Bê guman, eşkere ye ku deng û rengê vê behreyê ser bi kîjan çavkaniyê ye! Eşkere e!
Şêrko Bêkes: Du tişt sedemên mezin bûn ji bo çêkirina behreyekê li ba min. Yan ji bo nivîsandina helbestê li ba min: Yekem xwezaya Kurdistanê, bi dijwarî û bi bedewiyê ve, ne tenê bi bedewiyê ve, wek mînak ez zarok bûm, Çiyayê Çermawendê li hêla Sûrdaşê, bahoza li nav çiyê pir bala min dikişand. Li nav wan deran, zarokek dinêre û wêneyên din tê de dibîne. Du jî: Çîrokên ku dayika min ji min re digotin.
Şefîqe Xan: Carinan em bi hev re stranan jî dibêjin, ew jî stranan dibêje û ez ji dengê wî hez dikim...êdî wiha..
Ez ditirsim li vî welatê dûr bimirim
Dil tijî xwezî, of û hêvî ye
Welat bila wesyet be ger ez bimirim, herin Seywan
Çuqlek ji çuqlên gulên erxwan
Li dewsa gora min, deynin ser serên xwe
Şêrko Bêkes: Ger di jiyana her kesekî de lehengek hebe, diya min di jiyana min de ew e. Diya min di dema jinebîtiya xwe de, tew dema mêrekî din jî kir, her wek xwe bû bi me re. Lê heft salên ewil, dema ku di temenekî pir zû de lê qewimî, di bîst saliya xwe de bû, heft salên ewil, bi wêrekî û jîrî karîbû guh bide perwerdekirina min û her du xwişkên min: Firîşte û Gezîzeyê. Diya min bi xwe her ji destpêkê ve, jineke bi dest û bi dev û pil bû, ne jineke mirîmirî bû.
Dayikeke Şêrkoyî ya dilovan hebû. Dilovan bi awayê ku ew bi xwe dabaşa wê dike. Bavek jî tevî mirina wî di temenkî pir zû de, lê hem bav û hem mamoste bû jî. Bavek bû ku stûna serhildan û xweradestnekirinê di can û hebûna xwe de şênber kiriye.
Şêrko Bêkes: Her çiqasî ez pir piçûk bûm gava bavê min mir, lê ew di canê min de mîna çirayeke manewî bû. Bavê min kesek bû ez wiha hest bikim herdem bi min re ye, di nivîsandina her helbestekê de li kêleka min e.
Zimanê şîrîn yê dayîkê, sohbeta wê ya mişt efsûn û tije evîna bêhed, hevdem; şênbûna hestên Bêkesê bav, cihê wî di nav civakê de, tîn û coşa helbestên wî, çavkanî bûn, da di dirêjiya salên temen de, daristanek ji helbestan û ji vegotinê di hinavê Şêrko de şîn were.
Şêrko Bêkes: Piştî xwendina helbestên romantîk ên Herdî û Goran, min bêtir ji helbestê hez kir. Min bi helbesta kevneşopî dest pê nekir, berevajî gelek helbestvanan, min ji hezkirina helbesta nû dest bi nivîsandina helbestê kir. Paşê ez vegeriyam ser ezmûnên helbesta klasîk, bila em bêjin ku min Nalî yan Mehwî gelek paşê nas kir.
Goranê mezin li Silêmaniyê ye û sernivîskarê rojnameya Jîn e. Goran navekî mezin, nûkerê helbest û zimanê kurdî ye. Goran yek ji rewşenbîrên mezin ên heyama xwe ye. Bê guman hevalekî nêzîk ê Fayeq Bêkes bû, hevaltiya ku her xwendevanek di helbesta "Rêhevalê Min Bêkes" de hîs dike. Şêrko helbesteke xwe ya kerik û negihaştî hildide û diçe ba Goranê mezin li rojnameya Jînê. Diyar e ku ev jî evdalê nasnameyekê ji bo helbestê bû.
Şêrko Bêkes: Wê çaxê li bajarê me Jîn rojnameya tikîtenê bû. Demekê jî mamosta Goran sernivîser û rêvebirê wê rojnameyê bû. Rojname ya Ehmed Ziringî bû, mîna neviyê Pîremêrd. Min cara yekem helbesta xwe şand wir, min cara yekem Goran jî li wir dît. Min helbestek jê re bir, diyar e nedişibiya helbestê. Her tişt bû, lê ne helbest bû. Tê bîra min pênûsa xwe derxist û rîtma helbestê ji min re rast dikir yan paragrafên helbestê ji min re rast dikir. Me ji wê destpêkê dest pê kir.
Kanî: Dema min mamosta Şêrko Bêkes didît, mîna dîtina helbestekê bû, helbesteke ku di heman demê de zarok, ciwan û pîr bû. Te digot qey dê niha ji dûmana cixareya wî tîpek çêbibe û dê ew tîp jî bibe xêz û ew xêz jî bibe helbesteke pembehî.
Lucien Letiess: Ez baş fêm dikim, ji ber ku li Swîsrayê jî ji hin aliyan ve wekhev e, Swîsra jî miletekî çiyayî ye. Gelên çiyayî tiştên wan ên hevpar hene, dişibin keskahiya li ser zinaran, piştî rewşên dijwar, her demekê derfet çêbû cardin kesk dibin.
Paşê pirs bi hêsanî çîrokên wiha peyda dikin yan miletekî wiha ji xwe re axêverekî peyda dike yan stranbêjekî diafirîne.. bextewer e ew miletê ku stranbêjekî nola Şêrko ji xwe re dibîne, ji ber ku cîhanekê ji bûyeran nemir dike û diparêze.
Şêrko Bêkes: Min gelek caran gotiye, ev ne cara yekem e, helbestên xwerû, helbestên sade yên kûr ji helbestên bi zorê hatine kilîdkirin girantir in. Wek mînak tu helbestên helbestvanê navdar ê amerîkî Walt Whitman dixwînî, diyar e min bi rêya wergerên Seidî Yûsiv xwendine. Tu hîs dikî tiştekî pir mezin e, lê gava tu lê dinêrî, tu dibêjî: Îcar ev çi ye?! Lê tu ti carî nikarî wek wan helbestan binivîsî, tu ti carî nikarî wek wan helbestan bibêjî. Sadebûna wan helbestan dişibe sadebûna rastiyê. Rastî çiqas hêsan e, lê ya herî mezin gotin e. Tişta herî mezin ew e ku hûn jêbirin. Rastî çiqas sade ye, lê tişta herî mezin ew e tu wê bibêjî. Tişta herî mezin ew e tu wê der bibirî.
Laura Schrader: Ez dixwazim bibêjim tevî her tiştî, ku Şêrko Bêkes helbestvanekî pir mezin e, ku ji bo her kesî diaxive. Kî helbestên wî bixwîne dibe evîndarê wî. Ez dixwazim vê yekê jî bi bîr bînim ku wî gelekî henek dikirin. Dema hate mala min, gava derbasî hundir bû, pencereyên bilind ên odeya min dît ku çarçoveya wan bi rengê kesk hatibûn boyaxkirin, dest bi kenê kir û got: Ez wer hest dikim ku ez hatime mala Îmam. Hhhh, ez nizanim gelo wî ez mîna îmam fêm kiribûm? Nizanim, em bi hinek hevalên kurd yên ku bi îtalî zanîbûn re li derdora maseyekê rûniştin, nizanim wî ew helbest wê demê nivîsî yan na, bi her awayî pir nû bû, wî nivîsî û me wergerand îtalî. Helbesteke pir xweş bû. Li gel çend helbestên din. Pir xweş bû tu bi wî re helbestan wergerînî û peyvan bi wî bi xwe re hilbijêrî. Bê guman tu bi wergêran re peyvan hilbijêrî.
Zarokatiyeke pir tal. Nûciwaniyeke bêkes. Bi baskekî tenê, timî xeyala wî helbest û timî xwesteka ku bibe helbestvan heval û hogirê wî bû. Paşê jî di 25 saliya xwe de, ango di germiya xortaniya xwe de neçar ma ku berê xwe bide çiyê û wek pêşmergeyekî di medyaya şoreşê de kar bike. Ji nîveka salên 1960î heta ku li bizava Kurdistanê tê xistin û şoreşa wê têk diçe, di nav tunelên xerîbî û derbideriyê re derbas dibe, heta ku vedigere Silêmaniyê û berî bêhnvedanê gotegota pêşkêşkirina xelata Qadisiya Sedam bêhnê lê diçikîne. Bi dirêjahiya nêzîkî bîst salan, gelek jan û avtalî tevn û rêsa jiyan û geşbûna vê daristana helbestê bûn. Di sala 1984an de ev helbestvan careke din terka bajar û jiyana asayî dide, berê xwe dide çiyê û diçe nav daristan, gelî û derbendên azad..pirîska birîndar dibîne û careke din serê xwe datîne ser ranê zinaran, li hêlaneya elindê siwar dibe û axaftina bi zimanê kevir û baxan dom dike.
Şêrko Bêkes: Ji bo derketina derve sedemeke pir mezintir hebû ku dibe ku min li cihekî din behs nekiribe. Ji bo derketina min a derve hebû. Wê çaxê Xelata Qadisiyeya Sedam hebû. Beisê dida her kesî, ne giring bû kî ye. Şêrko Bêkes e? Filan e? Ev e yan ew e? Na, lê ji bo wan girîng bû ku wî kes têxin nav tiştê xwe. Ne merc bû ku tiştek ji bo Qadisiyeyê jî nivîsîbe. Hevalekî me hebû ji bo Qadisiyeyê tiştek nenivîsîbû, lê xelat dan wî jî. Hate neçarkirin. Di wê rewşê de du tişt, du mecal hebûn, nikare wernegire yan divabû here, rêya sêyem nebû. Navê min derketibû holê, hevalên min li Bexdayê digotin ku dê niha navê min jî bînin ziman da xelatê bidin min. Êdî min ji hêla xwe ve biryara xwe ya herî dawî da. Biryara min ew bû, ku nabe ez xwe bigihînim wê yekê û divê ez li vir nemînim.
Di wê heyama aloz de, Şêrko bi mirinê re dilîze û di navbera sûrên mirin û jiyanê de pê tê lîstin. Lê ew bêyî dudilî, Xelata Qadisiyeya Sedam red dike, lê paşê, pir paştir, axaftineke Baydemir wek xelata herî mezin a jiyan û edebiyata xwe qebûl dike.
Ez Sîrwan Rehîm, nivîskar û derhênerê vê belgefîlmê, di sala 2010an de Şêrko Bêkes ji min re got: Ji kerema xwe wê peyama Baydemîr tomar bike, peyama ku tê da got;. . Şêrko, tu ne bêkes î, çil milyon kurd li pişt te ne. Wê xaça marlêaliyayî, vê daristana helbestê dizanibû, hemû şemala helbestê ku wî pêşkêşî ziman û mirovan kiriye, ew kirine kesekî ku hevdengî li ser hebe, hevdengî û hevhestî di sîbera daristana wî de şanazîkirina bi kurdbûnê û bi têk neçûna vî zimanê şîrîn ku wî helbest pê nivîsî û bilind kir..
Osman Baydemîr: Wê rojê min ji Şêrko Bêkes re got; tu ne bêkes î, çil milyon kurd li pişt te ne. Lê ez niha dibînim ku zêdeyî çil milyon Kurdî Şêrko di dilê xwe de hilgirtine û di dil û hizira xwe de dirêjahiyê didin jiyana Şêrkoyî.
Zarokatiyeke dijwar, bêçare, mîna kêvroşkeke bê mal. Nûciwaniyeke dijwar, wek keştiyeke bê perav..di germiya xortaniya xwe de jî kefteleft, çûna çiyê, xerîbî, cardin ber bi çiyayan û careke din jî xerîbî. Van hemî movikên dijwar ên jiyanê û wan hemî qonaxên nelicih berê geşta wî dan hundir; wer kiribûn bi berdewamî şepirze be, merivekî şepirze û bi berdewamî dilfikarî di derûna wî de livîner bû. Lê helbestê enerjiyeke herebaş didayê. Hêza mayînê dida wî. Şepirze bû; lê helbesteke aram dida. Ew ne dilrehet bû; lê helbesteke tije dilaramî pêşkêş dikir.
Tije hawar bû, tije qîrîn û bizot bû; lê helbesta wî parçeyekî bingehîn ji awaz û ji ahengê bû û tiştek ji rastî û harmoniyê bû. Ew bi xwe jiyaneke tevlihev û ne rêkûpêk jiya; lê daristaneke helbestê ya herî bi rêkûpêk pêşkêş kir.
Osman Baydemîr: Bi dîtina min Şêrko Bêkes ne başûrî ye, bi tenê, lê belê Kurdistanî ye û yê hemû Kurdistanê ye. Ew bi dil û bi hizira xwe jî Kurdistanî bû, ew ne li cihekî Kurdistanê yê bi tenê ye jî; carekê li Kirmaşanê ye û carekê li Sine, carekê li Qamişlo ye û carekê li Efrînê, carekê li Wanê ye û carekê li Amedê ye, li Wanê ye, li Silêmaniyê ye, li Helebceyê ye, li Pîrmamê ye û li hemû deverên Kurdistanê ye. Ji ber ku Kurd û Kurdistan di dil û mejiyê wî de ne, bi nêrîna min wî di hizir û fikirê xwe da sînorên wê ji holê rakirine.
Kitûmit, herwekî maystroyê muzîkê, çawa maystroyek bi îşaretên destê xwe bi dehan muzîkjenan dixe nav tevgerê, ew jî wer dixuya bi dehan peyv û derbirînan dixe nav jenînê. Her bi vî awayî jî, bi şêwe û şêwaza maystroyekî dest bi xwendina helbestan ji guhdaran re dikir. Lê ev maystro di dinyayeka herî bêserûber de dijî ku ji harmoniyê dûr, geliyekî tijî bahoz û barove ye. Bahozek kes nizane dê kengê û çawa lêbike. Dema ku di sala 1984an de bi neçarî diçe çiyê, piştî du salan, ji ber ku rejîma wî çaxê ya Iraqê bi alîkariya welatên Rojhilat û Rojava xwe çekdar kiribû, her wisa çekên tevkuj di nav cebilxaneya wê de hebûn, Şêrko vê carê neçar e ber bi nediyariyê, ber bi dûr here. Bi mebesta ku xwe bigihîne welatekî Ewropayê, ji çiyê di ser Îranê re digihêje Şamê..
Şêrko Bêkes: Yek ji tiştên sosret ku divê tu bizanî, min wêjevanên filistînî li wir nas kir. Gotin em ê panelekê ji te re li Kampa Yermûkê li dar bixin. Min jî got baş e. Rojekê em çûn û panel hate sazkirin, dor 250-300 kes hatin panelê. Hemû jî xwendekarên Zanîngeha Şamê bûn, piraniya herî zêde ya wan ciwanan kurd bûn, kurdên Sûriyê bûn. Helbest hatin xwendin, tew tê bîra min di dema xwendina helbestan de elektrîk qut bû, luksek anîn. Tê bîra min.
Fener Rojbeyanî: Di navbera salên 1986-1987an de, heyamek bû ku tevgereke wêjeyî û çandî di nav xwendekarên kurd de xurt dibû. Lap di wê demê de me dibihîst ku Şêrko Bêkes dihate Şamê û dixwest çend panelên wêjeyî û panelên xwendina helbestan li dar bixe. Lê mixabin, hatina Şêrko Bêkes di rewşekê de bû ku me li Sûriyê nikarîbû tiştekî bi zimanê xwe pêşkêş bikin yan bixwînin.
Şêrko Bêkes: Pêşwaziyeke mezin li me hat kirin, dema ez derketim der, wan xwendekarên kurd dora min girt. Rabû îstîxbarat bi vê yekê hesiyan. Îstîxbaratan şand pey min. Gotin: Ma tu çi dikî? Tu li ku yî û tu ji ku hatî? Tu bi kîjan zimanî helbestan dixwînî? Min got bi kurdî. Pirsîn: Baş e, ma ji te wetrê ev der ku ye? Min got ev der Şam e. Gotin tiştê wiha nabe. Pirsîn: Ka helbest? Helbest dibirin û dianîn, dipirsîn: Ev çi ne? Min got ev helbest in. Lê kanî paseporta te? Tu bi kîjan rêyê hatî? Pirsîn, min got jixwe ez bi dizî nehatime. Va paseport û va belgeyên min in. Du sê rojan ez birim û ez anîm, heman tas û hemama lêkolînên Iraqê li Şamê bûn.
Di dawiyê de, ya ku pir cihê ken e, dema ku pirsa helbestên wî jê dikirin, ev çi ye û ew çi ye? Helbesteke min heye dibêje:
Li daristanekê
Tarî daket, şêrek di cihê xwe de
Fikirî, çawa sibe
Êrîşî pilingê cîranê xwe bike?
Piling jî difikirî ku çawa
Sibe rovî bigurîne û kevil bike?
Rovî jî difikirî
Çawa bigihêje hêlîna wê çala çiyê û
Çêlikên kevokê bixwe?
Kevok jî fikirî
Çawa dikare?
Nêçîrvan û
Teyrik û
Ajelên
Li daristanê hemîyan bike yek?
Çawa dikare?
Gotin ev çi helbest e? Min got helbest e. Bê guman şêr, wek el-esed hatibû wergerandin. Ji min re gotin, ev çi ye? Teqez xeyala wan li nik esedekî din e. Min jî got, şêr heywan e, heywanekî naskirî ye. Mesele hîn bêtir aloz bû. Min got çima? Teqez Eew li esedê din difikirin. Min got ev ne wiha ye wek hûn şîrove dikin, ev hûn bi xwe wiha şirove dikin. Hûn bi xwe van şîroveyan dikin. Gotin na, me tenê xwest bizanibin ev çi ye û di dawiyê de helbestên min dane min û gotin: Ma tu yê kengê biçî?
Fener Rojbeyanî: Dengevdana hatina Şêrko Bêkes ji bo Rojava û ji bo Sûriyeyê mezin bû. Ne tenê li ser asta kurdan, lêbelê di nav ereban de jî. Bi taybetî rewşenbîr û nivîskarên Ereb, tew ez dikarim bibêjim; ew nivîskarên Ereb ên ku li Libnanê dijiyan jî, ji ber ku gelek nivîskarên Ereb ên ji welatên cuda yên Erebî li Libnanê dijiyan, dengvedana wî li bal wan hebû û her wisa bandora wî li ser wan jî hebû.
Ew bi xwe penaber e lê belê ji wir tê derxistin.. ji Şamê tê derxistin, seba peyvekê? Na, ji ber ku bi zimanekî nebûyî helbestan dixwîne. Jixwe zimanê kurdî hîna jî di tunelên tarî yên hin mejiyan de tune ye. Eynî di wê demê de ku ji wir tê qewitandin, dostên helbestê û mafên mirovan li Îtalyayê bi alîkariya penaberên kurd li wî welatî vîzeyê jê re dişînin. Ji Şamê diçe Florensaya Îtalyayê.
Ji Şamê tê derxistin û li Florensaya Dante afîş ji bo wî têne daliqandin, bi awayê layiq li Îtalyayê pêşwazî lê tê kirin.
Şêrko Bêkes: Baş bû, xweşbextane komek Kurdên dilsoz li Îtalyayê, bajarê Florensayê, pê hestiyabûn ku ez hatime wir, dest bi hewldanan kiribûn û bi rêya Komîteya Mafên Mirovan a Florensayê vexwendnameyek ji min re şandin ji balyozxaneya Îtalya re. Rojekê ez dimeşîyam, xemgîn, xortekî got: Ma tu neçûyî balyozxaneya Îtalyayê? Min got: Balyozxaneya Îtalyayê? Got: Ez li wir bûm, wan got ku zilamek bi vî navî heye, çima nayê bal me da em vîzeya wî bidinê? Tiştek bû mîna ku ji ezmanan hatibe. Piştî wê panelê li Şamê rewşeke pir ne xweş bû. Êdî min vîze wergirt û çûme Îtalyayê. Li wir hatibûn pêşwaziya min, em bi trênê çûne bajarê Florensayê.
Laura Schrader: Êvarepanelek taybet bi helbestên Şêrko hate lidarxistin û di wê êvarê de gelek helbest hatin xwendin, lîstikvanekî Îtalî jî wergera helbestên wî pêşkêş dikir. Panel li cihekî pir naskirî bû, li ser çemê Po bû, cihekî berfireh bû jî. Dema Şêrko dawî li xwendina helbestên xwe anî, çepiklêxistineke neçaverêkirî dest pê kir, çepik û qelebalix, encameke panelê ya gelekî baş hebû. Bi taybetî jî piştî xwendina helbestan bi zimanê kurdî, her çiqasî ji bo kesên amadebûyî zimanekî nenaskirî bû jî, gurzek helbest ji aliyê helbestvanekî ku berê kesên amadebûyî qet navê wî jî nebihîstibûn, ew kar destkefteke mezin bû. Bi taybetî jî şêwaza xwendina Şêrko Bêkes, xwendinek bû ku hemû mebest û hestên wî yên veşartî vedigot.
Şêrko Bêkes: Tiştê herî xweş ew bû dema ez li bajarê Florensayê dimeşiyam, min li ser stûnên kolanên mezin yên bajêr afîşên xwe didîtin. Afîşên mezin ên yek metre û nîv ku behsa wê yekê dikirin ku dê panela helbestê ji min re were sazkirin. Bi rastî, li wir, kurd û îtalîyên ku di Komîteya Mafên Mirovan de bûn, her wiha Partiya Keskan, hemûyan pir bi başî pêşwaziya min kir. Me paneleke pir baş bi Îtalî pêk anî. Helbest bi Kurdî û her wisa ji aliyê helbestvanekî Îtalî ve bi zimanê Îtalî hatin xwendin.
Laura Schrader: Bi rastî sersamker bû, gava Şêrko bi xwe helbestên xwe dixwend, bi rengekî ku nayê bawerkirin bala te dikişand. Di warê xwendina helbestê de Şêrko xwedî hêzeke efsaneyî bû ji bo kişandina bala guhdar û kesên amadebûyî, hêzeke nedîtî bû, dengê wî, stîla wî, rîtma wî ya xwendinê, bi giştî rola wî helbestvanî bi rastî pir û pir xurt bû. Di dawiyê de, gava xilas bû, hemû kesên amadebûyî rabûn û ber bi maseya wî reviyan.
Me namilkeyeke biçûk bi zimanê Îtalî li ser kesên amadebûyî belav kir, helbestên Şêrko yên wergerandî bûn, hemû ber bi hêla Şêrko çûn da vê namilkeyê ji wan re îmze bike.
Ez nizanim li nik we, li Kurdistanê wê heyamê çanda îmzekirina li ser pirtûkan hebû yan na? Şêrko ev yek ji îtalîyanan çaverê nedikir, berê xwe da me û pirsî: Ev meriv hatine, çi dixwazin? Paşê Cebarê wergêr jê re got: Dixwazin tu pirtûka xwe ji wan re îmze bikî.
Lucien Litess: Tê bîra min dema Şêrko Bêkes seredana me li weşanxaneya me kir. Li ser wê kursiyê rûnişt, bi beden merivekî piçûk, lê te didît ku her tişt di wî merivî de, di hinavê wî de dibiriqin. Tiştê ku em di hevokeke wî de dixwînin, hemî di wî de, tu dikarî di wî bi xwe de bibînî. Tevliheviyeke bawernekirî di hinavê wî de hebû. Amadebûna wî ji bo strangotinê yan ji bo vegotinê yan teqîn û herikîna peyvan di nav wî mirov de, ku çawa çêbûbû, min hest bi wan tiştan dikir. Ew mîna mirov jî, dîsa heman tişt bû. Teqîn tê de bû. Ji nişka ve pir mezin dibû, bihêz û her wisa mişt deng. Di heman demê de jî, dema bêdeng dibû, aram dibû, kerr û xwerû, îcar cixare bi cixareyê pêdixist, mîna ku hemî hest û sozdariyan hilmêje û paşê bide me, bide me mirovan.
Şêrko Bêkes: Li çiyê jî, yek ji rîtuelên min ew e ku divê ez bi xwe bi helbestê re herim nav xelkê. Xwendin nîvê helbestê ye. Ji ber vê yekê dema ku em li çiyê jî bûn, tûrikekî min hebû min dida ser milê xwe û ez diçûm gundên derdora me.
Min destê xwe bire çuqlê darekê
Ji ber janê
Çuqlî veciniqî
Dema min destê xwe bir çuqlî
Qurmê darê dest bi qîrînê kir
Dema min qurm hembêz kir
Ax di bin pêyên min de hejiya
Kevir naliya
Vê carê
Dema min xwe çemand û min rahişt xweliyê
Hemû Kurdistan qîrîya
Li wir min xelk û Pêşmerge kom dikir û min ji wan re helbest dixwendin. Li Ewropayê min ev tişt ji xwe re kir adetek. Dema ku penaberên kurd jî pê hesiyan ku ez li Ewropayê me, ji her derê gazî min dikirin. Ji hemî welatan, ji hemî bajaran, lewra ez pir kêm caran du mehan li pey hev li Swêdê mame.
[Helbesta Hobe]yê
Tu wî kenê darê bi ku ve dibî?
Ji bo hêla wê dehla dilteng
Tu yê wê pênûsa birûskê bidî kê?
Bi wê mêrgê da dîwaneke gulên hîro yên nûtir ji me re binivîse
Lê te çima ew pelka rengîn li xwe pêçaye?
Ez diçim daweta wê deşta nû ku aniye wî gundî
Çi li ser wê gustîlka elindê?
Ez ê bixim tiliya helbesta ku hilkişiyaye gumbetê
Çi li ser wê neynika tavê?
Ez ê bibim ji wê daristana reş ku
Piştî mirina Helebçeyê
Porê xwe şeh nekiriye
Lê tu yê çi bi wî ken û wê bişirîna mîna ya zarokan bikî?
Ez ê wan li zeviyekê biçînim ku
Azadiyê hobeya xwe û hezkirin lê hildaye.
Her çiqasî jîyana wî tijî hevraz û sernişîv bû.. tijî tevlihevî, jiyaneke ku tevna wê bi xem û bi dilfikarê hatibû rêstin, jiyana bêserûber, lê helbesta wî bi rêk û pêk û tijî mûzîk û stran bû.. ..Ew di wê baweriyê de bû ku pêkan e helbestek bi qafîye were nivîsandin, azad, peyv bi azadî bifirin, lê digot: Nabe helbest bê muzîk û bê awaz be.
Şêrko Bêkes: Helbest û stran bi hev re hatine. Ji destpêkê ve helbest bi stranan re hatiye. Helbest bi awazan re hatiye. Ji xeynî vê jî, ez di helbestê de ji cureyekê rîtmê jî hez dikim. Ez dixwazim aheng di helbestê de hebe. Dibe ku niha di helbestên pexşanî de guhdan bi muzîkê neyê kirin, lê bi baweriya min, lê eger hûn ji min bipirsin yek ji taybetiyên cudakirina helbestê ji pexşanê çi ye? Ez ê bibêjim muzîk e. Muzîka ku di helbestê de heye, di pexşanê de peyda nabe. Dibe ku pexşan hebe ji helbestê pir xweştir be jî, dibe ku pir bihêztir be jî, di aliyê raman, dariştin û ziman de; lê yek ji tiştên ku baskan dide helbestê muzîk e. Xwendin û muzîk ji helbestê re wiha ne, wek gîtarek bi dîwêr ve be û tu gîtarekê bijenî jî. Erê, min hîna ji zarokatiyê ve ji stranan hez kiriye, çima? Ji ber ku dengê diya min xweş e, diya min ji min re stran digotin.
Şefîqe Xan:
Ger ez meyla wî ji bîr bikim
Ez ê bi bilindahiya xwe bibim kefen
Na, ez qet ji bîr nakim.
Ger meyla piştguhxistina min e
Qasî bejna xwe ez kefenpoş bim
Na piştguhxistina min nabe, qet.
Ger ji bîra min here, bîra min li mirinê be
Wek goştê qesab, kezeba min parçe parçe be
Şêrko Bêkes: Niha jî dengê diya min xweş e. Tê bîra min strana Sebrî ji min re digot..Sebrî bi çavên mest, rê li ber rêwiyan best.
Dema digihişte ser cihekî xeyala min pir kûr dibû! Li cihekî dibêje:
Sebrî birin Tanceroyê
Ji gulên hîroyê kiras jê re çêkirin
Ez lê difikirîm, ew kiras jê re çêkirin ji gulên hîroyê tiştekî pir bedew bû li cem min. Ez zarok bûm, lê min jinek dianî ber çavê xwe ku hemû kirasê wê gulên hîroyê ye! Bi gulên hîroyê hatiye rêstin!
Şefîqe Xan:
Êdî wiha!
Şêrko Bêkes:
Jiyana min di zaroktî û di ciwaniya min de, piştî mirina bavê min;
Gelek bêparî tê de hebû,
Gelek xizanî tê de hebû,
Pir bêmalî tê de hebû,
Ez ne şaş bim, her ev bûn wiha kirin ku ez ji stranên xemgîn jî hez bikim. Mîna hemû xemgînên din, wek nimûne, di salên 1960an de, min pir dixwest guhdariya dengê Refîq Çalakî bikim. Bê guman berê jî dengê wî li nik min xweş bû, Seyid Elî Esxeriyê Kurdistanî. Yan Mezherê Xaliqî, û hindek stranên Hesen Zîrek… Bi dîtina min, yek ji kesên ku gelek mohra kurdewarî di dengê wî de heye Hesen Zîrek e. Dema mirov lê guhdarî dike, mirov hest dike ku li nav çiyayan dimeşe. Wiha bawer dike ku berf bi ser de dibare. Wiha bawer dike ku li Helgurd yan li Qendîlê ye!
[Dengê Zîrek:
Wa heyv hilat, li nêv holikê da
Maçkirin xweş e dor bi dor e]
Kanî: Çend destnivîsên Mamosta Şêrkoyî li bal me hene ku berî çend salan bi xetên destê xwe nivîsandibûn û ji me xwestibû ku em hewl bidin li ser van helbestan bixebitin. Xwest ku ez bi dengê xwe wan binehwirînim, çunke dê ew helbest nemirtir bibin. Li vir mezinahiya helbestvanekî derdikeve holê ku ewqasî baweriya wî bi şiyana kesekê genc heye û piştevaniya wî dike. Hin helbestên xwe yên herî xweş ji bo min nivîsandine û bi xetên destê wî li nik min in. Ez hêvîdar im ku jiyan û temen rê bidin min ku ez li ser wan helbestan bixebitim.
Şepirze û dilbifikar bû, bi berdewamî nearam bû. Hertim xemekê ew pêçabû. Lê nola helbestvanekî, qet hezkirina mirov û xwezayê ji bîr nedikir. Qet lêborîn, pêkvejiyan û hezkirina xwe ji tifaqê re ji bîr nedikir...şepirze bû, lê hezkirinê ew aram dikir, îcar çi hezkirina merivekî ba yan yan teyrekî, evîna darekê ba yan ya avzêyekê ba.
Şêrko Bêkes: Bi baweriya min, yek ji tiştên ku wêje û afirîneriyê çêdike, şepirzeyî ye. Çimkî şepirzeyî dijî qinyatê ye. Wêjevan yan hunermendê ku bi tiştekî xwe qayil dibe, ango bi awayekî biryara rawestanê ji xwe re dide. Lê gava qinyata te nebû, guman li bal te hebû, tu ti carî bi temamî li tiştên xwe temaşe nakî, tu hest dikî herdem biqisûr e. Ez ji karê xwe yê herî nû heta çend rojan hez dikim, heta ku ez carekê du caran dixwînim, êdî têkiliya min bi wê tekstê re namîne. Carinan ez wiha difikirim ku min tiştek nenivîsandiye. Pêwîst e û ez li wê ava ku tîbûna min bişikîne digerim ku ez dizanim ez ê tu carî negihimê, lê ez hergav lê digerim.
Di sala 2005an de, di warê hevpeyvîneke dirêj de, min jê pirsî: Di sala 1985an de, di "Rûbirû li Siya Çiyê" de, tu dibêjî; "Helbest ji bo min nefes e." Piştî bîst salan ji wê gotinê û piştî pêncî sal ezmûna bi helbestê re, tu niha çi dibêjî?
Şêrko Bêkes: Hîna nefes e. Hîna perçeyek ji min e. Lê hertim çavê min li wê yekê ye ger helbestên min yên xweş hebin, xweştir bikim. Ger ezmûneke min hebe, ez ezmûna xwe li derekê dorfirehtir bikim. Bi rastî jî cîhana helbestê ne xwediya yek rawestgeh û yek bexçeyî ye. Gelek bexçeyên wê hene, gelek esmanên wê hene.
Ji roja ku dest pê kir û heta dawiyê, bi berdewamî dinivîsand..
Ji dîwana "Tîbûna Min Bi Agir Dişike" heta dawî jî her di hilkişînê de bû!
Li bal wî helbest rengê xwe heye, rengekî cuda..
Li bal wî helbest dişibe periya di deryayê de, yan dişibe refek balindeyên ku bi hev re, hevawaz difirin, yan jî gulistaneke ku li ber sirên nazik seranser semaya bikom û kok bikin..
Şêrko Bêkes: Di her karfekî afirîner de, yan di jiyanê de ji bo her armancekê, eger evîn nebû dê tiştek nebe. Tu lewma vî karê xwe dikî, ji ber ku tu jê hez dikî. Eger ew hezkirin nebe, tu nikarî bikî. Kesekî din li her meydaneke din, her meydaneke jiyanê. Azadîxwazek ji bo armanca xwe, jinek ji bo mafê xwe, mêrek ji bo armanca xwe, stranbêjek ji bo armanca xwe, peykersazek ji bo peykerê xwe, wênesazek ji bo tabloya xwe, eger hezkirin nebe ne mimkûn e!
Wî daristanek ji helbestan çêkir, daristaneke tije hawar û dengvedana ji bo dadmendiyê, ji bo toleransê û her wiha ji bo jana gelê wî....ji bo kurdan û pirsa wan a aloz, lê tenê stran ji bo dojeha kurdbûnê negot, lê belê ji bo xwezayê û ji bo mirov û ji bo erd û ezman jî distra.
Osman Baydemîr: Bi dîtina min, Şêrko Bêkes rêya Ehmedê Xanî şopandiye, bi baweriya min. Her helbesteke Şêrko Bêkes tehm û xweşiya xwe heye. Şêrko jî yek ji wan helbestvanan e, yek ji helbestvanên mezin e. Hin peyvên wî hene dibin bizot, bizotên agir in. Şêrko ne tenê helbest dinivîsîn û qediya. Di helbestên wî de fikir, fîlozofî û kûrbûnek heye. Hinek caran di xwendina helbestên Şêrkoyî de, mîna wê yekê ye ku agirê Newrozê di dilê mirov pêkeve.
Heya mirina xwe digeriya, di nav nehêniyên di nav helbestê de digeriya.. wer dixuya sergerdanê li pey gewherekê bû û di helbestê de lê digeriya..şepirze bû, li rastiya windabûyî digeriya, li heqîqeta windabûyî digeriya... çawa moriyek di mêrgên helbestê de winda bûbe, di salixa wê de bû..digeriya û berhema her careke wî jî gurzek çinîna nû bû.
Lucien Leitts: Di bîranîna 45emîn salvegera weşanxaneya me de, me helbesteke Şêrko Bêkes danî ser kataloga xwe ya salane. Tekstek e ku xwînerên me jê nêzî dike û nivîskar jî bi xwendevanan dide nasîn, em li vir datînin. Me xwest Şêrko Bêkes bi xwîneran bidin nasîn û em wan jî nêzîkî Şêrkoyî bikin. Lê mebest ji danîna wê helbestê amajeyek ji bo karê me ye jî; di heyama 45 salan de tiştek di nav me de livîner bû bo karên me û em livandine. Navê helbestê lehî ye:
Dengê Şêrko Bêkes
Lehî
Lehiyê ji masîgirî re got:
Sedemên hêrsbûna lêmişta min pir in
Lê sedema wan a herî mezin
Ji ber serbestiya masî ye û
Li dij torê ye.
Helbestvan û rexnegirê swêdî Son Axelsson dibêje:
Hêzeke Şêrko Bêkes ya wiha heye ku mirov sersam û matmayî dike. Zimanekî wî yê wiha helbestane heye ku divê; Whitman, Saint-John Perse, Lorka û Neruda vî helbestvanê bedewî û janê bibin civata xwe ya nemirî û biratiyê.
Lucien Lietts: Bê guman Şêrko Bêkes ser bi wê refa herî mezin ya helbestvanên sedsalên 20 û 21ê ye. Wek nimûne, mîna Pablo Neruda yan Walcottê ku Xelata Nobelê ya Wêjeyî jî wergirtiye. Bê guman divabû, divabû Şêrko Bêkes Xelata Nobelê ya Wêjeyî werbigirta, divabû werbigirta, lê mixabin kesî ew nas nedikir, pirsgirêk ev bû. Ev kêmasî û xeletiyeke dîrokî ye. Ji bo her yekî ji me li vê dinyayê û wek xwîner şaştiyeke dîrokî ye ku nivîskarek di wê ast û çawaniyê de, derfeta me ya naskirina wî nebû, tu kesî ji me ew şens nebû. Ez hêvîdar im di siberojeka nêzîk de berhemên Şêrko Bêkes bi sî zimanan peyda bibin û werin xwendin, da ku her xwîner, her xwînerek bibe xwedî şansê xwendina berhemên nivîskarekî wisa bi kalîte.
Her wekî awirvedana li jînenîgariyekê, jînenîgariya kesekî xwedî ezmûn, ezmûnên curbecur, serîlêdana helbestnameya vî helbestvan jî ne karekî hêsan e.. Destbirina ji bo wî karî dişibe gera li nav daristaneke himbiz, bi armanca dîtina pel, qurm û rehên mebest. Ew daristaneke pir himbiz e, daristanek ji helbestan e. Wî ne darek, du dar yan deh dar çand, na wî daristaneke helbestan li welatê zimanê kurdî berhem anî.
Mesûd Mihemed: Di nav helbestvanên ku niha dijîn de, nêrîna min wisa ye; Şêrko Bêkes yê herî baş e. Eşkere ye ku ez ji wan hemûyan hez dikim û her wiha ez mafê her xwediyê mafekê jî didimê, lê dema ku ez li ser diaxivim, divê em stemê li vî helbestvanî nekin, helbestvanekî ku bi dîtina min, di helbesta nû de, niha baştirîn helbestvan e. Di helbesta kurdî ya nû de, bi baweriya min, piştî Goran, ew pêşeng û serkarwan e. Bi dîtina min, li dariştinê, li şêwazê û her wiha di ramanê de jî, ku ev tişt pêwîst û bendewarkirî ne, wî Goran derbas kiriye.
Laura Schrader: Tişta ku ez dixwazim balê bikşînim ser ew e ku ew helbestvanekî cîhanî ye, wek hemû helbestvanên mezin cîhanî ye. Bê guman Şêrko Bêkes helbestvanek bû ku ji bo her kesî diaxivî û helbest dixwend. Lewma ew bi hemû pîvanan helbestvan e, helbestvanekî gerdûnî bû. Helbestvanekî mezin û gerdûnî bû.
[Destê Şêrko Bêkes çend demjimêran berî mirinê]
Piştî mirina wî reşnivîsa teksteke vekirî tê dîtin, bîranîna bisikleteke Kerkûkî; ..
Bi xwendina wê destpêka ku wî bi xwe nivîsandiye; bi zelalî tê dîtin ku Şêrko di gumbeta dayîn û nivîsandinê da ava bû..çawa niştecihekî rojê esman tev li rengekî sorbozê kêşker dike, Şêrko jî beşekî mezin ji esmanê ziman û helbesta kurdî bi rengên xwe yên taybet ji bo heta hetayê rengand.
Dengê Şêrko Bêkes:
[Helbestek]:
Ger tenêtî ne bûya
Dê helbest ji qehran bimira
Ger ne ji heyveron bûya
Dê berf ji qehran bimira
Ger balinde nebûna
Dê dar ji qehran bimira
Ger azadî nebûya
Dê jiyan ji qehran bimira
Tu jî, heger ne helbest bûya
Tu yê ji qehra zû bimirayî!