Hunermend Bakurî koça dawî kir; Serok û Serokwezîrê Kurdistanê peyamên sersaxiyê dan

03-11-2022
RÛDAW
Nîşan Hunermend Bakurî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê stranbêj û muzîkjenê Kurd, Bakurî duh Çarşembê 2ê Mijdara 2022an di temenê 94 saliyê de li bajarokê Enkawe ya ser bi bajarê Hewlêrê ve koça dawî kir. Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamên cuda sersaxî li malbata wî hunermendî kirin û rêz li xebata wî ya hunerî girtin.

Dr. Seba Bakurî, kurê hunermend Bakurî ji Rûdawê re ragihand, “Bavê min şeva 2ê Mijdara 2022an di 94 saliya xwe de li mala xwe li bajarokê Enkawe ya Hewlêrê wefat kir û termê wî dê li goristana Enkawe were veşartin.”

Derbarê sedema mirina hunermend Bakurî jî, Dr. Seba Bakurî got, “bavê min bi temen mezin bû, ji bilî wê nexweş bû jî û ji meha şeşê ya îsal ve tendirustiya wî xirab bibû.”

Bakurî navê wî yê temam Andriyus Îsraîl Xemo Yonan e û di 5ê Mijdara 1928an de li Qişlaq a navçeya Koyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.

Malbata wî xelkê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ne û ji gundê Satîbeg a Wanê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve koç kirine.

Hunermend Bakurî grûpa muzîkî ya bi navê Bawacî damezrandiye û zêdetir ji 50 stran tomar kirine.

Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di du peyamên cuda de xemgîniya xwe li beramber koça dawî ya wî hunermendê Kurdistanî nîşan dane û ji malabta wî re sersaxî xwestine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Mamoste Bakurî dahêner û navekî diyar ê cîhana stran û muzîka Kurdî ye û salên dûr û dirêj ji temenê xwe di xizmeta hunera resen a Kurdî de derbas kir. Wî bi damezrandina koma muzîkê ya Bawacî ya Koyê, bizaveke nû ya hunerî anî rojevê ku dê her tim bi berhemên xwe yên giranbiha di bîreweriya xelkê Kurdistanê de bimîne.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de ragihandiye, hunermend Bakurî “roleke wî ya xuya di pêşxistina awaz û muzîka Kurdî de hebûye û xizmetek mezin a hunera resen a Kurdî kiriye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst