‘Selah Resûl 40 salan xizmeta hunera Kurdî kir’

04-11-2021
RÛDAW
Hunermend Selah Resûl bi stranên xwe yên dawetan gelek navdar bû
Hunermend Selah Resûl bi stranên xwe yên dawetan gelek navdar bû
Nîşan Selah Resûl Ebdulqadir Silêman Hunera Kurdî Qamişlo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Selah Resûl li Almanyayê koça dawî kir û cenazeyê wî dê sibe li Qamilo bê veşartin. Hunermend Ebdulqadir Silêman jî ragihand, “Selah Resûl derdora 40 salan xizmet kir.”

Cenazeyê Selah Resûl îro ji Almanya bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl anîn Başûrê Kurdistanê û dê bibin Rojavayê Kurdistanê.

Selah Resûl, li Rojavayê Kurdistanê hunermnedekî naskirî ye, sala 1952 de ji dayîk bûbû, sala 1966 dest bi gotina stranan kiribû.

Hunermend Selah Resûl bi stranên xwe yên dawetan gelek navdar bû. Di salên 90yan de koçberî Almanya bûbû.

Selah Resûl 27ê meha derbasbûyî, roja çarşemê li nexweşxaneyeke bajarê Essen a li Almanya, ji ber nexweşiyê, di 69 saliya xwe de koça dawî kiribû.

Biraziyê Selah Resûl Feyroşa Resûl, dibêje, “Hunermendên me yên Rojava, em hemû em hemû hatine ku pêşwaziya cenaze bikin. Em dê cenaze bibin Qamişlo.”

Hunermend Ebdulqadir Silêman jî diyar kir, “Selah Resûl di govend, şahî û dîlanên Kurdî de li Qamişlo em dikarin bêjin yekemîn bû. Jêhatî bû, dengê wî xweş bû, saz û awaza wî… gelek zehmetî dît, derdora 40 salan xizmeta vî karî kir. Em sersaxiyê malbata wî û Kurdan re dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst